Samîra Mohîa: Divê di Qanûna Malbatê de cihêkariya li dijî jinan bê rakirin

Tê payîn ku li Mexrîbê guhertinên Qanûna Malbatê werin ragihandin. Seroka Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan Samira Mohia jî diyar kir ku ew hêvî dikin ku bi rêziknameyê cudakariya li ser mafên jinan ji holê rabike.

HANAN HARITE

Mexrîb– Tevgerên jinan ên li Mexrîbê bi kelecan li benda reforma Qanûna Malbatê ne. Seroka Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan û Endama Koordînasyona Jinan Semîra Mohîa ji bo guhertina berfereh û kûr di Yasaya Malbatê de diyar kir ku ew hêvî dikin ku bi rêziknameyên nû yên di qanûnê de bên çêkirin pêşî li her cure cudakarî û tundiya li ser jinan bê girtin.

'Zewaca zarokan belav dibe'

Semîra Mohîa teqez kir ku divê madeyên ku hem di yasayên malbatê û hem jî di qanûnên din de li dijî prensîbên wekheviyê ne, bên guhertin. Samîra Mohiya bal kişand ku zewacên zû û bi darê zorê li welêt her ku diçe belav dibe û wiha got: "Cihê zarokên keç dibistan e. Zewaca zarokan wê bandorên neyînî hem li ser jiyana wan û hem jî li ser civakê bike. Wê nifşek jinan biafirîne ku psîkolojiya wan xera bibe û nikare tev li civakê bibe. Rêjeya xizaniya zarokên keçan dê zêde bibe, dê bêparastin bihêle. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin."

'Ji ber qedexeyên olî cudakarî li jinan tê kirin'

Semîra Mohîa diyar kir ku yasaya malbatê ji ber qedexeyên olî qedexe dike jinek misliman nikare merek ku ne misliman e bizewice. Bi vî awayî peymanên navneteweyî yên ku prensîba azadiya zewacê nas dikin tên binpêkirin û wiha gotinê xwe berdevam kir:“Azadiya zewacê tê sînordarkirin û ji aliyê din ve jî di bikaranîna vî mafî de cîhekarî dixe navbera jin û mêran. Di warê zewacê de, dema ku zilamek misilman ji Mexrîbê dikare bi jinek ne misilman re bizewice, jin di heman mijarê li dijî jinan cîhekarî tê kirin."

'Qanûn keda jinê ya li malê qebûl nake'

Samîra Mohîa bi lêv kir ku keda jinan a malê li gorî qanûnê nayê dîtin û wiha pê de çû: “Jinên Mexrîbê îro di hemû qadan de hene. Ew di pêşveçûna aborî ya welêt de beşdar dibin. Lêbelê, hewldanên wan ên li malê nayên dîtin. Divê keda jinê ya li malê nirxek aborî bê dayîn û weke karê berhemdar bê dîtin. Pêwîste karê malê weke alîkariyek ji bo avakirina malbatê were dîtin.

Pirsgirêka velayeta qanûnî berdewam dike

Semîra Mohîa bal kişand ser wê yekê ku di mijarên jhevberdanê de cihêkarî di navbera jin û mêran de heye û got:

"Dema hevberdan çêdibe gelek pirsgirêk derdikevin. Kesê ku velayet gel wî-wê be Divê ew kes be ku bi li ser zarokan tevahî qanûna velayetê gel be. Lê ji ber ku mafê velayetê ji jinan re nayê dayîn, dema diçin rêwîtiyê û warê aborî di xwedîkirina zarokên xwe de zehmetiyan dikişînin.. Kesê ku velayeta zarok girtibe divê bi temamî xwedîyê hiqûqê be.

'Di dema zewacê de milkên ku di zewacê de hatine bidestxistin divê piştî hevberdanê bi heman rengî werin parve kirin'

Samîra Mohîa bal kişand ser wê yekê ku gelek mafên jinan piştî hevberdanê tên binpêkirin û wiha gotinê xwe bi dawî kir: "Jin rastî gelek karesatan tên û ditirsin ku mafên wan ên velayetê ji destê wan bê standin. Divê di dema hevberdanê de mal û milk di navbera jin û mêran de wekhev bê parvekirin. Li gorî qanûnên heyî, dabeşkirina milk ji bo hevjînan vebijarkî ye. Di Peymana Zewacê de, dabeşkirina milk divê wekhev be. Divê milkên ku di dema zewacê de hatine bidestxistin, piştî hevberdanê bi heman awayî bêne parve kirin. Wekheviya di derbarê mafê mîrasê de divê bi lezgînî were cîbicîkirin.”