Samar Jamil: Tundiya ku min dijiya malbat asayî dîdît

Samar Şamîlê Misrî anî ziman ku şîdeta di dema zewaca xwe de lê hatiye kirin ji aliyê malbatê ve normal tê dîtin, tevî gefên kuştinê yên hevserê xwe û zextên malbatan jî ji bo pêkanîna biryara berdanê têdikoşe.

ASMA FAATHI

Qahîre – Li Misirê bi hincetên cuda tundiya li ser jinan didome. Yek ji van hincetan jî daxwaza jinan a “berdayî” ye. Jinên ku tê xwestin pêşî li berdana wan bê girtin, bi mirinê tên tehdîtkirin. Samar Şamil a 30 salî yek ji wan jinan e ku ji ber tundiya di dema zewacê de rastî hat, ji ber ku xwest berde, rastî gefa kuştinê hat. Jina ku ji ber ewlehiyê xwe wek Samar Şamîl da nasîn, qala tundiya ku tê kirin kir.

'Tiştên ku min 7 sal ji bo zarokên xwe jiyan kir min qebûl kir'

Samar Şamîl da zanîn ku ji aliyê hevjinê xwe ya dixwaze berde bi sedan caran hatiye tehdîdkirin û got: "Hevsera min bi sedan caran gef li min xwar, lê min nekarî van gefan îspat bikim. Bi salan rastî gef û tundiyê hatim. Zarokên min hebûn û min tiştên qewimî qebûl dikir. Ev rewş 7 salan dewam kir."

'Malbatan tundiya ku ez jiyam gelekî normal dîtin'

Samar Şamîl diyar kir ku di dema tundiyê de xwe di "komayê" de hîs kiriye û gotinê xwe domand:"Min fêm kir ku di her kêliyê de dibe ku werim kuştin. Li ber çavê malbata min û malbata wî ev yek pir normal dihat dîtin. Ji ber sedemên herî biçûk ez bi kuştinê hatim tehdîdkirin. Psîkolojiya min dest bi xirabûnê kir û her çend min dixwest erenî bifikirim jî dilê min her dem lêdixist. Tirsên min berdewam kir ku ez aciz bibim.

'Min biryara hevberdanê bi hêsanî negirt'

Samar Şamil bi lêv kir ku tirsa xwe derbas kiriye û biryara berdanê daye û wiha got: "Biryar ne hêsan bû, kesî qebûl nedikir, lê min ev biryar girt. Her cara ku li min dixist, mîna ku jiyana min bi dawî bibe ez dilerizîm. Niha jî ez hewl didim ku dev jê berdim." Samar Cemîl, anî ziman ku ew li hawîrdoreke ku lê dijîya û wiha got: "Min 7 sal ji jiyana xwe winda kir. Dema zaroka min a ewil de rastî lêdanê hatim û giran bîrîndar bûm. Bi birîndarî çûm cem malbata xwe, lê gotin ez neçarim ji bo zarokê xwe li ber xwe bidim. Niha jî ji min dipirsin ka dê çawa van zarokan xwedî bikim. Hevberdana min qebûl nakin."

'Ji bo jin hevberdan nekin zextên civakî hene'

Nivîskara femînîst Şeîma Al-Sorbî zêdebûna tundiya li ser jinê nirxand. Şeyma El-Sorbî bal kişand ser zextên civakî yên ji bo jin hevbernekin û got ku ev zext sûcên li dijî jinan zêde dike. Şeymaa El-Sorbî got ku mêr hewl didin hêza xwe li ser jinan nîşan bidin û civak qebûl nake jin bi tenê bijî.

Şeyma El-Sorbî da zanîn ku ji hev veqetandina hevjînê li dijî îradeya wê, zexta li ser jinan zêde dike û jin gelek caran ji ber zextên civakî nikarin şîdeta li wan tê kirin bînin ser ziman û wiha li ser axaftina xwe zêde kir: “Lê belê, ez rastî gelek jinan jî hatim ku biryar dane ku ji dojeha hevjinên xwe birevin da ku jiyana xwe biparêzin. Jinek ji ber karê xwe ji aliyê hevserê xwe ve hat derbkirin û ji malê hat derxistin. Ji ber ku jin serî li dadgehê da, hemû rayeyên wê ji dest hatin girtin û nekarî destekê ji malbata xwe bigire."

‘Pêvajoya hiqûqî wext digire û rê li ber bidestxistina mafan digire’

Şeyma El-Sorbî bal kişand ser wê yekê ku pêvajoyên qanûnî yên demdirêj nahêlin ku jin mafên xwe bi dest bixin û got ku herî baş dozek wek neqûqê jî piştî salekê tê biryar wiha qal kir “Jinên ku şeva xwe li kolanan derbas dikin jî rastî her cure qespê tên. Li aliyê din jî gelek jin hene ku ger zarok neynên dinyayê, tu mafên wan nînin. Zêdebûna rêjeya sûc di salên dawî de bi piranî di nava malbatan de tê jiyîn.  Hin kes wê bi pîvana aborî ve girê didin, hinên din jî wê bi pandemiya Covid-19 ve girê didin. Hinekên din jî dibêjin ku ev ji ber çanda perwerdeyê ye ku bedena jinê dike milkê."

'Nebûna cezayan qetilkirina jinan zêde dike'

Şeymaa El-Sorbî di dawiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku di van demên dawîn de rêjeya sûcên di nav malê de zêde bûne wiha pê de çû:"Nebûna cezayan qetilkirina jinan zêde dike. Malbat dema ku keçên xwe perwerde dikin, ramana fedekartiyê bi cih dikin, ku di pêşerojê de wan dike îtaetkar. Di vê rewşê de zexta mêr a li ser jinê zêde dike.”