Salvegera KJK’ê li Hesekê û Kobanê hat pîrozkirin

19’emîn salvegera damezrandina KJK`ê li bajarên Hesekê û Kobanê ji aliyê Kongra Star ve bi çalakiyên cur be cur hat pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan- Di 18'ê Nîsana 2005'an de jinên Kurd damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi rengekî fermî ragihandin ku ev rêxistinbûna jinan bû çavkaniya avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Jinan. Kongra Star bi boneya salvegera 19`an a damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li bajarê Hesekê û Kobanê çalakiyên cur be cur li dar xist û ev roj pîroz kir.

Hesekê

Li Hesekê ji bo damezrandina KJK bi tevlibûna saziyên civaka sivîl li gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li taxa Nasra 100 darên gulan hatin çandin. Paşê li ser navê Kongra Star a bajarê Hesekê daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star Nejbîr Hesekê ve hate dayîn.

Di çalakiya çandina daran de Nejbîr Hesekê axivî û diyar kir ku avakirina Kongra Star berhema têkoşîna KJK'ê ye û wiha got: “Dema mirov dibêje KJK tè wateya dîrokek ji berxwedanî û têkoşînê ku heta roja me ya îro berdewam dike. Em weke Kongra Star û hemû jinan KJK'ê ji bo xwe riya hêvî û rizgariyê dibînin. Rêxistinbûyîna Kongra Star li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke serkeftî bû, ji bo bilindkirina asta têkoşînê. Em vê rojê pîroz dibînin roja azadiya jinan e, roja têkoşîna li hemberî zihniyetên desthilatdariyê ye.”

Kobanê

Rêxistina Kongreya Star ya Herêma Firatê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” bi şahiyeke girseyî 19'emîn salvegera damezrandina KJK'ê li navenda Çand û Hunera Baqî Xido pîroz kir. Di şahiyê de bi sedan jinên Kurd û Ereb ên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, Hêzên Parastina Jin, Hêzên Ewlekariya Jin, Zanîngeha Kobanê û Yekitiya Jinên Ciwan bi cil û bergên gelêrî amade bûn.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş peyama Kongreya Star xwend. Piştre jî endama koordînasyona KJK’ê Sara Xelîl û ji rêveberiya Kongra Star Cîhan Mihemed axaftin kirin.

‘Dê Konfederalîzma Demokratîk a jinan misoger bibe’

Endama Koordînasyona PYD Sara Xelîl wiha got: “KJK yek ji projeyên Rêber Apo ye ku jin pê bikaribin bibin xwedî vîn û hebûnê mayînde bikin. Ji ber vê di rêxistinbûna KJK’ê de Konfederalîzma Demokratîk a jinan gavên xwe yên destpêkê avêt ku em îro dibînin bîrdozî û rêxistinbûna KJK’ê li çar perçeyên Kurdistan û Ewropayê bi navên cuda xwe dide der. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên KJK’ê di bin sîwana Kongreya Star û kombûna Jinên Zenûbyayê de pêk tên. Ger em bala xwe bidin destkeftiyên vê rêxistinê, em ê bibînin ku ne tenê di warê siyasî û civakî de gav avêtiye, di warê xweparastinê de jî destkeftiyên mezin di kesayeta YJA Star û YPJ’ê de bi dest xistiye. Ji bo wê em dikarin bibêjin êdî rêxistinbûn û xebatên me cîhanî dibin, mînaka vê yekê jî ew e ku xebatên jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi felsefeya jin, jiyan, azadî pêk tên. Ji bo vê jî weke jinên Kurd erka me ew e, em vê têkoşînê bilindtir bikin û Konfederalîzma Demokratîk a jinan misoger bikin.”

‘KJK kombûna jinan a bîrdozî ye’

Ji rêveberiya Kongra Star Cîhan Mihemed jî wiha got: “Dema ku Rêber Apo li rewşa Kurdistanê mêze kir, got ku divê beriya her tiştî rêxistinbûna gel û jinan pêk were. Bi taybetî jî jinên ku navenda şaristaniya demokratîk in û sembola edalet û wekheviyê ne. Di encama desthilatdariya şaristaniya kapîtalîst ketin vê rewşê. Lewra jin bûn navenda hemû êrîşên pergala serdest. Rêber Apo jî xwest bi sererastkiririna dîroka jinan re, heqîqeta civakê jî zindî bike. Lewre gelek projeyên azadiya jinan hatin pêşkêşkirin ku KJK yek ji van berheman e. KJK dikaribû bi rêxistinbûna xwe ya bîrdozî tevahî jinan bîne gel hev û yekitiya wan ava bike. Bêgûman ev yek jî bi hêsanî pêk nehat, ev destkeftî xwe dispêrin têkoşîna têkoşerên weke Sakîne Cansiz, Zîlan, Bêrîtan, Leyla û hwd.”

Di şahiyê de bênavber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Şahî bi stranên koma Şehîd Barîn a navenda Hîlala Zêrîn, govend û tilîliyan bi dawî bû.