Salvegera Şoreşa Rojava li Mexmûrê hat pîrozkirin
Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava şahiyek hat lidarxistin.

Mexmûr - Dibin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de bi boneya salvegera 13’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şahiyek hat lidarxistin û di şahiyê de banga xwedî derketina sîstema netewa demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat kirin.
Şahî li Saziya Ciwanan bi tevlîbûna şêniyên wargehê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser girîngiya rojê endama Tevgera Jinên Ciwan Pinar Bayar axivî.
‘Paradîgma Rêbertî bû îlhama Şoreşa Rojava’
Pinar Bayar di destpêkê de salvegera şoreşa Rojava li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em şehîdên vê riyê bibîrtînin û bejna xwe liber keda wan ditewînin. Ji bo vê şoreşê gelek hêzên enternasyonalîst têkoşîn kirine û şehîd bûne. Em wan jî bibîrtînin. Şoreşa Rojava li hember neheqî, koletî û bindestiyê derket û pêşket. Ji ber ku şoreşa Rojava ji fikir, felsefe û paradîgmaya Rêbertî bandorbuye di sedsala 21’an de buye şoreşa herî serkeftî. Yek ji taybetmendiya herî girîng ya şoreşê jî tevlîbûna jinê bû. Binirxdayîn û tevilbûna jinê ya divê şoreşê de buye sedem ku li hember zîhniyeta zilam a ku xwestiye desthilatdariya xwe li ser civakê bide pêkanîn, sekiniye û heta roja îro têkoşîna xwe berdewam dike.”
Piştî axaftinê li ber stranan govend hat gerandin û şahî bi dawî bû.