Salvegera 6’yemîn a rizgariyê: Serpêhatî û têkoşîna jinên Baxozê

Baxoza ku di navbera kaos kavil û bêhêvîtiyê de, weke mînaka zindî ya vejîn û hêzê xuya dike. Ev bajarok, bûye sembola hêza rabûna ser lingan. Bi saya yekitiya gelan û girêdana bi xakê re, Baxoz li dijî zoriyan wateya rast a berxwedanê diteyîsîne.

ZEYNEB XELÎF

Dêrezor- Di 6’emîn salvegera rizgarkirina bajarokê Baxozê yê kantona Dêrezorê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi saya piştevaniya civakê, di nava pênc salên dawî de pêşketinek berbiçav tê de çêbûye. Bi hewldanên gel başkirina binesaziyan, pêkanîna destekê ji bo gelan û mîrasa çandî careke din zindî bûye.

Boxoz yek ji bajarokên gundewarên kantona Dêrezorê ye ku herî zêde texrîbatên şer lê çêbûne. Bi taybetî beriya 23’ê Adara 2019’an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî ve were rizgarkirin, bû sehneya qonaxên herî dijwar ên şer.

Ev rizgarî bû xalek diyar a têkoşîna li dijî DAIŞ’ê. Ji ber ku ev herêm keleha herî mezin a dawî ya DAIŞ’ê bû, bi hejmarek zêde ya milîtanên xwe û malbatên xwe bala xwe dabûn wê derê. Şerên dijwar rê li ber hilweşînek mezin vekir û di ruhê gel de şopên kûr hişt. Lê belê Baxoz tevî van hemû zoriyen, bi saya îrade û hêza gel bi ser xist ku dest bi pêvajoya vegera normal û xizmetan careke din ava bike. Salek piştî rizgariyê pêvajoya ji nû ve avakirinê, bi gel re bi biryardariya avakirina pêşerojê derket holê.  

Nûçegihana ajansa me ji bo guherînên di jiyana jinên Baxozê de çêbûne bibîne li bajarok bi çend jinan re hevdîtin kir.

Li Baxozê têkoşîn didome

Hevseroka Meclisa bajaroka Susah Safiye Ehmed diyar kir ku her sal di 23’ê Adarê de salvegera rizgariya Baxozê ji DAIŞ’ê pîroz dikin û wiha got: “Ev di heman demê de serkeftina herî mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye. Ev serkeftin ne tenê serkeftinek leşkerî ye, di heman demê de destpêka avakirina jiyana nû ya civakê ye. Îro dema em vê rizgariyê pîroz dikin em gelê Baxozê bi taybetî fedakariya ji bo ji nû ve qezenckirina azadî û rûmetê tînin bîra xwe.”

Jin di navenda têkoşîna rizgariyê de ne

Safiye Ehmed da zanîn ku Baxoz keleha dawî ya DAIŞ’ê bûye, gel bi salan di bin zexta wan de jiyaye û wiha got: “Ev bajarokê ku bi salan di bin tarîtiya DAIŞ’ê de ma, rastî hilweşînek mezin hat. Binesazî hat tunekirin, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran mirov ji cihên xwe koçbûn û ji mafên xwe bêpar man. Lê belê bi şerê rizgariyê ku QSD û YPJ’ê dan destpêkirin, ji bo mirovên ku li vê derê dijiyan, bû hêvî.”

Safiye Ehmed bal kişand ser rola jinan di şer de û piştî şer û wiha domand: “Jinan di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de di çeperên herî pêş de cih girtin. Ne tenê di qada şer de, di heman demê de di gelek qadên weke rêxistinkirina berxwedanê, dermankirina birîndaran û destkedayîna malbatên şehîdan de rola aktîf lîstin. Piştî rizgariyê, ji bo guherînê pêşengî kirin. Di avakirina herêmê de cih girtin, di saziyên xwecihê yên Rêveberiya Xweser de erk girtin, di xizmetên cuda û qadên îdarî de rolên aktîf girtin.”

Pêvajoya jinûve avakirinê pêşketina ji hilweşandinê ber bi berdewamiyê ve

Safiye Ehmed da zanîn ku tevî 6 sal derbas bûne, gelê Baxozê ji bo bajarokê xwe ji nû ve ava bike helwdanên xwe didomîne û bi taybetî xebatên xwe yên başkirina binesaziyê didomîne û wiha got: “Ji bo başkirina binesaziya ku hatiye xirabkirin gavên berbiçav hatin avêtin. Îstasyonên ava vexwarinê careke din ketin meriyetê, sîstemên kehrebe û kanalîzasyon hatin çêkirin. Di heman demê de dibistan û navendên tenduristiyê ku di demên şer de hatin texrîbkirin careke din hatin avakirin.”

Safiye Ehmed diyar kir ku pêvajoya jinûve avakirinê ne tenê çêkerên fîzîkî, jiyana civakî û aborî jî digre nava xwe û got: “Ji bo gelê xwecihî çandinî, perwerde û projeyên biçûk hatin pêşxistin. Îro Baxoz di her qada jiyana rojane de ketiye rewşa pêşketinên berdewam.”

‘Ji bo jinan gelek proje ketin meriyetê’

Hevseroka Meclisa xwecihî ya Baxozê Lînda Hebo da diyar kirin ku jinan di salên dawî de di qadên îdarî û pîşeyî de gelek firsend bi dest xistine û got: “Ji bo destekdayîna jinan gelek proje ketin meriyetê. Bi hevkariya rêxistinên xwecihî û navneteweyî, me ji bo jinên ku ji kampa Holê vegeriyane û destekdayîna mexdûrên şer proje bi pêş xistin. Îro jinên Baxozê bûne sembola têkoşîn û berxwedanê. Avakirina pêşerojê bi biryar didomînin.”

‘Piştî tarîtiyê em niha azad dijîn’

Fadiye Ehmed a ji Baxozê tirsa ku di dema DAIŞ’ê de jiyane bi van gotinan anî ziman: “Piştî ku em bi salan di tarîtiyê de man, me zulm û zorî kişand, niha ez azad dikarim biçim nava baxçeyê xwe bixebitim. Berê ev tenê xeyal bû lê belê niha rastî ye.”

'Tiştek ji azadiyê bi nirxtir nîn e'

Huda Şeys jî anî ziman ku dema DAIŞ Baxoz dagir kiribû, bi malbata xwe re neçar mabû koç bibe û wiha got: “Piştî ku bajarokê me ket destên DAIŞ’ê, mafên me ji destên me hatin girtin, destûr nedidan em ji malên xwe derkevin. Lê belê piştî rizgariyê ez vegeriyam û ji bo ez bajarokê xwe ji nû ve ava bikim dixebitim. Destpêkê karê çandiniyê zehmet bû, me çandinî dikir lê berhem nedigirt lê belê niha ez bi hêviyek mezin çandiniyê dikim. Niha em jiyana azad û bi rûmet dijîn. Tiştek ji azadiyê bi nirxtir nîn e.”