Sakîne Mihemed a di êrişa Til Rifetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
Li Til Rifetê di encama êrişê de 4 kesên ku jin û zarokek di navbera wan de hebûn jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Duh bi şev jineke din a birîndar jî jiyana xwe ji dest da.
Şehba- Di şeva 23'ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker êrişê navçeya Til Rifetê kantona Efrîn-Şehbayê kir. Di êrişa ku li cihê koçberên Efrînê lê dimînin pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û deh kes jî birîndar bûn ku di navbera wan de zarok û jin hebûn.
Jina bi navê Sakîne Mihemed Îsmaîl a 55 salî di encama êrişan de lingê wê hat qutkirin û ji ber rewşa wê xeter bû rakirin nexweşxaneya Helebê ji bo tedawiyê lê duh bi şev jiyana xwe ji dest da.
Bi wê re hejmara kesên di komkujiya Til Rifet de jiyana xwe ji dest dan bû 5 û navê wan wiha ne; Cemîla Weqas 37 salî, Melek Şiyar 5 salî û keça Cemîlê ye, Ibrahîm Şêxo 55 salî, Mihemed Weqfî 37 salî û Sakîne Mihemed Îsmaîl 55 salî ye ku hevjîna pakrewan Ibrahîm Şêxo ye.