Safiye Alagaş: Ji ber ku em teşhîr dikin em di bin zextan de ne

Ji ber ku nûçeyên têkildarî tacîz, tecawiz, sûcên şer, tecrîd, êrîşên li dijî jinan, bêhiqûqiyên heyî û gelek mijarên din nûçeyan çêdikin der barê Jinnewsê de doz hatine vekirin û 31 car malpera nûçeyan hatiye astengkirin. Jinnews tvî hemû zextan jî bi biryardarî rêwîtiya xwe didomîne. Xwediya karên nivîsê ya ajansê Safiye Alagaş li ser vê mijarê got: “Çavkaniya xwe ya enerjiyê ew e ku em dibin dengê jinan. Ji ber vê yekê ji bo me ya girîng û ebedî ne zextên heyî, têkoşîn e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Ajansa Nûçeyan a Jinnewsê ku di 25’ê Îlona 2017’an de dest bi weşanê kiriye; ji ber nûçeyên ku çêdike 31 car malpera wê hat astengkirin. Ji ber nûçeyên dema êrîşên 2018’an ên li ser Efrînê û yên der barê çawişê pispor Mûsa Orhan ê li Êlihê tecawizê Îpek Er kiribû jî der barê ajansê de doz hatin vekirin û di wê demê de gelek nûçegihanên ajansê hatin binçavkirin û girtin. Xwediya karên nivîsan a ajansê Safiye Alagaş diyar kir ku nûçeyên çêdikin divê nebin mijaja dozvekirinê û astengkirina malpera wan jî binpêkirina maf e û got ku ger ev zext berdewam bikin, ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.
“Dixwazin çavên me bitirsînin”
Safiye Alagaş ragihand ku astengkirina malpera ajansa wan rûyê faşîzma li Tirkiyeyê nîşan dide lewre li her derê welat polîtîkaya zext û zordariyê ya desthilatdariyê tê meşandin. Alagaş got ku çapemenî jî para xwe ji van zext û zoriyan digre lewre bi van yekan dixwazin çavên me bitirsînin. 
“Em di hedefa desthilatdariyê de ne”
Safiye Alagaş diyar kir ku li dijî van zextan çapemeniya azad xeta têkoşînê ava kiriye û riya xwe didomîne loma jî wekî ajansa jinan ew her dem di hedefa desthilatdariyê de ne. Safiye Alagaş gotinên xwe wiha berdewam kir: “Di çapemeniya azad de yek ji ajansên ku bûye hedef û rastî zextan tê ajansa me ye. Piştî ku di sala 2018’an de ŞÛJIN hat girtin ajansa Jinnewsê dest bi weşanê kir. Me li vir karê xwe berdewam kir. Heta niha malpera me 31 car hatiye astengkirin. Girtina malperê yek ji awayên şîdetê ye. Astengkirina malpera me asta şîdetê nîşan dide her wiha ji ber ku em ajansa jinan in zextên wiha zêdetir in li ser me. 
“Desthilatdarî naxwazae em tecawiz û tacîzkaran teşhîr bikin”
Safiye Algaş da zanîn ku wekî rojnamegerên jin ew her dem rastî zext û zoriyan tên û wiha domand: “Îro dem ku em li mercên li Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku herî zêde jin li qadanan û dengê wan derdikeve. Sedema wê jî ew  e ku jin ji vê pergalê aciz in. Em jî wekî ajans, dengê jinên li dijî vê pergalê ne. Bi qasî hêza xwe em hewl didin bibin berbis. Em hewl didin bûyerên tacîz û tecawiz û şîdetê teşhîr bikin. Desthilatdarî ji vê aciz lewre teşhîrkirina tecawizkarek, tê wateya şerhîrbûna pergalê. Ji ber wê malperên ku wê teşhîr dikin asteng dike. Rêbaza heyî niha ev e, em li qadan rastî astengiyan tên, malpera me tê astengkirin lê teî van hemûyan jî em riya xwe didomînin.
“Hakkımızda sayısız davalar açıldı”
Safiye Alagaş bal kişand ku desthilatdarî ji ber nûçeyên wan ên bûyeran teşhîr dike aciz e loma der barê wan de gelek doz vekirine û ji bo ev nûçe neyên xwendin malpera ajansê tê astengkirin. Alagaş got carna rojê du caran malpera wan tê astengkirin û wiha got: “Me sûcên tên kirin mînak mijarên wekî yên Mûsa Orhan, ku li Kurdistanê bi destên leşkerên dewletê tê kirin ragihandin. Dewlet ji bo ku leşkerên wê teşhîr nebin, kes nizanibe çi dibe, bi astengkirina malperê hewl dide ser bûyerê bigre û kes pê nizanibe. Gelek ji van nûçeyan cara pêşîn me ragihand, dewlet ji ber wê dixwaze ajansê bigre. Jixwe dem bi dem ajans tê girtin û hinceta vê yekê jî ji me re nayê ragihandin. Em her dem rastî vê rewşê tên.”
 “Nûçeyên em çêdikin sûc nîn in”
Safiye Alagaş got ku nûçeyên ew çêdikin sûc teşkîl nakin û dozên tên vekirin jî bêhiqûqî ne û wiha berdewam kir: “Ji ber nûçeyên li ser Efrînê û tecrîdê der barê me de çar dozên porpagandayê hatine vekirin. Îro li her derê cîhanê tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin. Em ji van dozan beraet bûn lê ji ber ku ev dibin mijara darizandinê mirov aciz dibe. Mijarên nûçeyên em çêdikin divê nebin mijara darizandinê. Peywira rojnamegeriyê dê ji bo çi bibe xeter? Ji bo ku çavên mirov bitirsînin û asteng bikin serî li rêbazên wiha didin. Ew jî dizanin ku ev yek sûc nîn e. Ger li holê sûc hebe divê were aşkerekirin.”
“Em enerjiya xwe ji têkoşîna jinan digrin”
“Safiye Algaş got ku ew li dijî zextan hêza xwe ji têkoşînê digrin û bal kişand ku li Tirkiyeyê rojnamegeriyeke yektîp hatiye afirandin wiha bi dawî kir: “Em li dijî zimanê nêrane, tacîz û mijarên wiha têdikoşin. Ji van yekan herî zêde em jin zirarê dibînin. Ji ber ve yekê em di têkoşînê de sekneke bi hêz nîşan didin. Wekî jinên têkoşer em ê tu carî dest ji riya xwe bernedin. Çavkaniya me ya enerjiyê, dengê jinan e. Ji ber vê ji bo me ya herî girîng û ebedî, ne zext û zordarî, têkoşîn e. Desthilatdarî hêza xwe ji şîdetê digre, em ji têkoşînê. Em ê bi her awayî riya xwe bidomînin.”