Saetên cereyanê li konbajaran hatin bicihkirin

Li Akedaşa Semsûrê li A.Ş ya Nurlîkaya ya ku dilxwazan konbajar lê ava kirin saeten cereyanê hatin daliqandin û bi ve yekê diyar bû ku dê fatûre ji erdhejzedeyan werin girtin.

Navenda Nûçeyan- Şirketa belavkariyê Akedaş a Semsûrê li A.Ş li taxa Nurlîkayayê ku Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek saziyên civaka sivîl bi hevgirtinê konbajar ava kirin, saetên jimartina cereyanê hatin daliqandin. Desthilatdar û şaredarî dê li konbajarên mexdûrên erdhejê faturayên cereyanê bibirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin tîmek ji şîrketa belavkariya cereyanê ya Akedaşa Semsûrê  hatiye konbajaran, destpêkê sîstema cereyanê qut kiriye û dûre jî saetên jimartina cereyanê daliqandine. Tîmê îdia kir ku cihê konbajarê ji aliyê dilxwazan ve hatiye çêkirin guncav nîn e, ji ber vê yekê jî şewata derkeve ew berpirsyar nîn in.”