Sabahat Tuncel banga têkoşîna hevpar kir

Siyasetmedar Sebahat Tuncel a bi welatiyan re hat gel hev got sedema pisgirêkên welat pirsgirêka Kurd e û banga têkoşîna hevpar kir.

Edenê – Sebahat Tuncel ya ji Doza Kobanê tahliye bû, li rêxistina DEM Partî ya Edenê bi welatiyan re hat gel hev. Gelek welatî û nûnerên rêxistinên civakî tevli bûn.

Hevserokê gitşî yê DEM partî yê Edenê Seyfettîn Aydemîr ewil axivî û balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Seyfettîn  bi lêv kir ku wê ji bo azaiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin. Endama PM a DEM Partiyê Fuda Buyruk jî axivî û da zanîn ku wê li dijî xespkirina îradeyê têbikoşin.

 ‘Em ê wêrekiyê xurt bikin’

Sebahat Tuncel jî axivî û der barê geşedanên li welat û pêvajoya siyasî de axivî. Sabahat Tuncel bal kişand ser êrîşên li ser penaberên Sûriyeyê û krîza aborî ya her diçe giran dibe û got ev pirsgirêk hemû girêdayên pirsgirêka Kurdin. Sabahat Tuncel wiha domand: “Li dijî zilmê bêdengî tê wateya erêkirina zilmê. Ev dewlet herî zêde çi dike; tirsê mayîn de dike diafirîne. Em ê çi bikin em ê li dijî vê wêrekiya xwe xurtir bikin û bikin civakî. Wêrekî derbasî mirovan dibe.  Desthilatdarî li şûna pirsgirêka Kurd çareser bike giran dike. Muxatabê çareseriyê jî Birêz Ocalane. Ez banga têkoşîna hevpar dikim.”

Sebahat Tuncel piştî axaftinê di bernameya li dijî qeyûman li oteleke Edenê bi jinan re hat gel hev.