Rûyê tarî yê 'Kîdfluenseriyê'

Zarokên ku divê bi lîstin û ezmûnan mezin bibin, li ser hin platformên dîjîtal veguherîne amûrên hilberîna naverokê û qezenckirina dahatê. Ev diyardeya xeternak bi gotina "Kîdfluenser."

SARA PÛRXEZARÎ

Kirmaşan – Dema ku zarok, bi awirekî tirsê direqise yan jî helbestek dixwîne, ji bo were ecibandin, bi domdarî li dayîk û bavê xwe dinêre. Li pişt kenê wan ê bêguneh, tirs û lerizîna bi kirina xeletiyek re windakirina hezkirin û pejirandina dayîk û bavê xwe heye.

Ev vegotin jiyana zarokên ku mîna "Kîdfluenser"  “Zarokên hilberîner ên navaroka dîjîtal” tên binavkirin û di roja me ya îro de ji aliyê malbata xwe ve di hawirdora medyaya dîjîtal de tên pêşkêşkirin, nîşan dide. Ev yek çîroka zarokên ku li şûna lîstokên azad bilîzin û ezmûna cîhana zarokatiyê tecrube bikin, vediguherin lîstikvanên biçûk e.

Zarok, neçar tên hiştin ku mîna aktorên di sîrkeke bêdawî de, tiştên hez nakin bikin. Tenê ji ber daxwazên malbata xwe yan jî zexta kamerayê, tên neçar kirin ku heman tevgeran dubare bikin û pêşandanên dubare pêşkêş bikin. Li pişt van pêşandanên rengîn, li şûna kêfa zarokatiyê rastiyek bi êş heye. Zarok, ji aliyê malbatên xwe ve vediguherin amûrên ku balê dikşînin, şopîner qezenc bikin û naverokan dihilberînin.

Di salên dawî de bi zêdebûna daxwaza xuyabûnê di torên dîjîtal de, diyardeyek bi fikar ku zarokan li kêleka şêwazên jiyanê yên sûnî û dîmenên vala vediguherîne amûrên hilberîna naverokan. Îro di gelek hesabên torên dîjîtal de zarokên ku ji aliyê malbatên xwe ve neçar dibin li ber kamerayan bi awayên ku tu eleqeya wan bi cîhan û hewcedariyên xwezayî yên zarokekî rastîn re tune ne, tên dîtin.

Ev tevger ne bi daxwaza zarok, ji veguherandina zarok a ji bo çavkaniyeke dahatê ya malbatê ava dibe. Hinek dayîk û bav, zarokên xwe vediguherînin aktorên biçûk ku rolên ji bo wan hatine amadekirin bilîzin. Bi vî rengî, zarok ji pêşveçûna xwezayî, lîstik û pêvajoyên fêrbûnê dûr dikevin.

Zarok veguherîne amûrên hilberîna naverokan

Mîtra H. ya ku li Kirmaşanê dijî û di qada mafên zarokan de dixebite, têkildarî vê mijarê wiha dibêje: "Zarokekî xeyal bikin ku her roj û her saetê li ber kamerayek tê danîn û gotina wan a herî biçûk, tevgera wan an jî lîstika wan berê hatiye diyarkirin. Li şûna jiyana xwezayî, jiyana rojane ya di bin çavdêriyê de dijîn. Mîna ku kamereyek nayê dîtin her dem li ber serê wan e û tu caran vê zarokê tenê nahêle. Ev zarokên ku di nava fîlmekî bêdawî de dijîn, dema mezin jî dibin, heman hestê bi xwe re hildigirin. Her dem hesta dibe ku yek niha li min temaşe dike dijîn.”

‘Ev çavdêriya berdewam bi demê re vediguhere tirsa navxweyî’

Mîtra H. di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev çavdêriya berdewam, bi demê re vediguhere tirseke navxweyî û wiha got: “Lê belê ev zexta li ser van zarokan ne tenê bi neçarkirina çalakiyeke taybet an gotina hevokek taybet re sînordar e. Gelek ji wan neçar in beşdarî çalakiyên xeternak bibin ku malbatên wan bêhtir şopîner qezenc bikin. Di vê pêvajoyê de beden û hişê zarok bêyî ku ji wan were pirsîn tê mexdûrkirin. Mixabin, ev diyarde roj bi roj belavtir dibe û ji ber nebûna qanûnên zelal ên ji bo sînordarkirina kedxwariya zarokan, gelek zarok bêparastin dimînin.”

Mîtra H. axaftina xwe wiha domand: “Civak heta niha ne di ferqê de ye ku tiştên wisa dibin sedema zirara derûnî û fîzîkî ya zarokan. Ev valahî dibe sedema dubarekirin û xirabtirbûna van tevgeran. Dema ku temaşevan piştgiriyê didin van naverokan, kesên ku di vî warî de dixebitin bêhtir tên teşwîqkirin û ev yek dibe sedema berdewamî û xurtbûna vê rewşê.”

Mîtra H. wiha axivî: "Her çendî kedxwariya zarokan li gorî hiqûqê qedexe bê jî dema ku ji aliyê malbatê ve tê kirin, ji aliyê civakî ve hesantir tê rewakirin. Nebûna qanûnên zelal ên ku zarokan li dijî malbatên wan diparêzin, dibe sedem ku hinek malbat berjewendiyên xwe wekî berjewendiyên baştir ên zarok pêşkêş bikin. Ev pirsgirêk ne tenê çandî ye, di heman demê de hiqûqî ye jî.”

‘Ev nêzîkatî parastina zarokan a ji kedxwariya malbatan dijwartir dike’

Mîtra H. bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pergala qanûnî ya heyî li şûna ku zarokan wekî kesek bi mafên serbixwe bibîne, di bin çavdêriya dayîk û bavan de pênase dike. Ev nêzikatî parastina zarokan, ji kedxwariya malbatan dijwartir dike. Gelo qanûnek ku destûrê dide zewaca zarokan, çawa dikare li hemberî zarokek neçarê hilberîna naverokên medyaya dîjîtal tê kirin, hesasiyetek nîşan bide?”

‘Parvekirina naverokan êrîşa zayendî ya li dijî zarokan zêde dike’

Sahar K. a derûnînasa zarokan jî der barê heman mijarê de wiha dibêje: "Ez demek dirêj e malbatên ku vîdyoyên zarokên xwe li ser medyaya dîjîtal parve dikin, dişopînim. Lê belê hinek naverok ji parvekirinên bêguneh wêdetir diçin û hinek malbat, bi zanebûn an nezanebûn zarokên xwe dixin rewşên ku mezin dikarin bi awayên cuda şîrove bikin û wateyên zayendî digrin. Hebûna kesên ku bi eleqeyeke zayendî nêzî zarokan dibin, xeter e. Hinek naverok xeterên li ser zarokan zêde dikin. Hinek malbat bi zanebûn an jî nezanebûn, ji bo kişandina bal û şopîneran, zarokên xwe vediguherînin amûrekeke ku ji bo van nêzikatiyan vekirî ye.”

‘Zarokên afirîner ên navaroka dîjîtal: Şêweya modern a kedxwariya zarokan’

Sahar K. di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku nebûna mekanîzmayên bi bandor ji bo pêşîgirtina li van tevgerên xeternak e û wiha axivî: “Dema dayîk û bav, zarokek vediguherînin amûrek naverokê, vê zarokê di cîhana dîjîtal de ber bi rewşeke berbiçav û xeternak ve dibin. Di vê qadê de qanûnek ku zarokan di vê mijarê de biparêze nîn e. Tê gotin ku li Îranê nêzî 40 milyon bikarhênerên İnstagramê hene û welat di warê hejmara bandorkeran de di nav rêzên cîhanê de ye. Her çendî daneyên belavkirina temenê fermî berdest nebin jî tê dîtin ku ji sedî yek ji afrînerên navaroka dîjîtal zarok in. Ev tê wateya ku nêzî 400 hezar zarok di hawirdora dîjîtal de ne.”

Sahar K. da zanîn ku li gorî gelek çavkaniyan li Îranê di navbera 500 hezar û 2 milyonan de zarokên karker hene û got: “Hejmara zarokên hilberandina naverokên medyaya dîjîtal, bi qasî çaryeka vê komê pêk tînin. Ev nîşan dide ku xuyakirina zarokan li ser medyaya dîjîtal ne tenê ji bo naverokek kêfxweşiyê ye. Di heman demê de xeterên cidî yên wekî kedxwarî, zexta derûnî û binpêkirina nepenîtiyê jî dihewîne. Sûdwergirtina ji bêgunehiya zarokan di cîhana dîjîtal de, wekî qeyraneke bêdeng a ji ber nebûna hişmendî û normalîzekirinê berdewam dike.”

‘Gelek zarok li şûna ku bilîzin û mezin bibin di siya berjewendiyên mezinan de dimînin’

Sahar K. di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beşek mezin a civakê vê yekê wekî îstîsmara zarokan nabîne, tenê mîna parvekirina jiyana malbatê dibîne. Lê belê li pişt van wêneyên rengîn zarokên ku azadî û zarokatiya wan ji wan hatiye standin, li gorî hêviyên mezinan hatine şêwekirin hene. Gelek zarok, li şûna bilîzin û mezin bibin, di siya berjewendiyên mezinan de dimînin.