Ruxmê rêgirî û êrişan 61 dibistan deriyên xwe ji şagirtan re vekir

Li Şehbayê ku êrişên dewleta Tirk û rêgiriya hikumeta Şamê li ser didome bi îsrara xwendina li ser zimanê dayikê 61 dibistan deriyên xwe ji xwendekaran re vekir. 12 hezar xwendekar berê xwe dan dibistanan.

HESNA MIHEMED

Şehba- Li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser dest bi sala nû ya xwendinê ya 2024-2025’an kir û xwendekaran bi coşeke mezin îsal pêşwaz kirin. Di 1'ê Îlonê de deriyên dibistanan ji bo tomarkirina xwendekaran vebûn û di 8'ê Îlonê de bi awayekî fermî sala xwendinê dest pê kir û şagirt waneyên xwe dibînin.

Li Şehbayê û navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî, di nava êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê de jî deriyên 61 dibistanan ji xwendekar û şagirtan re hatine vekirin. Her wiha nêzî 12 hezar xwendekar di van dibistanan de dixwînin û hê jî tomarkirina xwendekaran berdewam dike. Ruxmî derfetên kêm û êrîşên ku xwendekar bi wan re rûbirû dimînin dîsa bi biryar in ku xwendina xwe bi zimanê dayikê bixwînin. Ev jî bersiva herî mezin e ji siyasetên dijmin re ji ber ku dijmin her dem hewl didin xwendina bi zimanê Kurdî asteng bikin.   

Mamoste û xwendekarên Efrînê ku li Şehbayê dimînin bi vekirina sala nû ya xwendinê re ji ajansa me re axivîn û hestên xwe anîn ziman.

‘Tevî zehmetî û astengiyan em bi îsrar in’

Cîgira Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehbayê mamoste Nisrîn Omar behsa vekirina dibistanan li warê koçberiyê kir û zehmetiyên ku dikşînin anî ziman û got: "Em sala nû ya perwerdeyê ya 2024-2025’an li tevahî xwendekar û mamosteyan pîroz dikin û bi hêvî ne ku ev sal bibe sala serkeftin û vegera li welat. Li warê koçberiyê, vekirina dibistanan ne hêsan e bi taybetî li herêmeke ku her roj bi êrişan re rûbirû dimîne û di bin dorpêçê de ye. Li gorî derfetên kêm û astengiyên jiyanî jî dîsa em bi îsrar in sala xwendinê bi serkeftî derbas bikin.

'Em hêvî dikin ev sal bibe salek serkeftî'

Ruxmî bandorên êrîşên dagirkeriyê û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser derûniya xwendekaran jî dîsa bi coş berê xwe didin dibistanan ji bo bi zimanê dayikê bixwînin û îsal bi heyecan pêşwazî kirin. Ev jî bersivek ji siyasetên dijmin re ye. Ji ber ambargoya heyî weke deste em gelek zehmetiyan dibînin yek jê peydakirina amûrên dibistanê ji pirtûk, lênûs, pênûs û tiştên din in. Dîsa jî ev nabin bend li hemberî xwendina şagirtan. Em ê ruxmî hemû astengiyan dîsa jî sala xwe ya xwendinê bi serbilindî biqedînin."

'Em ê xwedî li nasnameya xwe derkevin'

Xwendekara refa dozdemîn Fîdan Cimo diyar kir ku ruxmî rewşa ku herêm tê de ye jî bi biryar in ku xwendina bi zimanê dayikê bidomînin û rê nedin qirkirinê û wiha got: "Me bi coşek mezin berê xwe dibistanê ji bo xwendina bi zimanê dayikê. Em bi hêvî ne ku em ê bi awayekî serkeftî û serbilind sala xwe ya xwendinê bi dawî bikin. Her wiha erka me ew e ku em zimanê dayikê di nava civakê de belav bikin û wê ji qirkirin û tunekirinê biparêzin. Armanca dijmin a yekem ew e ku derbeyê li zimanê Kurdî bide lê em ê tu carî rê nedin wan. Ziman hebûn, beden û nasnameya me ye, em ê jî xwedî li nasnameya xwe derkevin. Her çendî êrîş û dorpêç li ser herêmê pêk werin jî wê bandorê li ser xwendina me nekin."

'Ruxmî zehmetiyan em ê xwendina xwe bidomînin'

Xwendekara refa yazdemîn Diljîn Hesen jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina dibistanan wiha bi lêv kir: "Em gelek kêfxweş û bi siûd ku bi zimanê dayikê xwe perwerde dikin. Dibistan piştî 3 mehan ji betlaneyê vebûne, em jî xwendekarên koçber in me berê xwe da dibistanan ji bo perwerdeya xwe bi zimanê Kurdî bibînin. Li Şehbayê, warê koçberiyê zehmetî û astengiyên jiyanî gelek in lê em ji xwe re bend nabînin û derfetan diafirînin ji bo xwendina xwe bidomînin."