Rûxmê rêgirî û ambargoyê jin perwerdeyên xwe didomînin

Akademiya Şehîd Hêzil Rizgar a Kongra Star a Helebê ku ji bo pêşxistina jinan perwerdeyê dide jinan, rûxmê rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê ya li ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd xebatên xwe didomîne.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Heleb - Akademiya Şehîd Hêzil Rizgar a girêdayî Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo civakeke axlaqî, demokratîk û wekhev ava bibe bi riya perwerdeyên bîrdozî jinan hişyar dike dîrok û mafên wan dide nasîn. Perwerde ji bo bilindkirina asta hişyariya civakî û pêşxistina kesayetî gelek girîng e. Lewre Kongra Star Akademiya bi nave Şehîd Hêzil Rizgar di sala 2017’an de li bajarê Helebê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir. Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên di bin rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê de, jin bi biryar perwerdeyên xwe didomînin.

Ji bo jinan û mêran perwerdeyê birdozî tê dayîn

Ji destpêka karê akademiyê ve, bi awayekî fermî di sala 2018’an de 17 perwerdeyên bîrdozî girtî û 68 perwerdeyên bîrdozî vekirî ji bo jinan û mêran hatin vekirin.

Rêvebera Akademiya Şehîd Hêzil Rizgar Muna Ebdulhemîd li ser xebatên xwe yê akademiyê wiha got: “Li gorî biyografiya taxa Şêx Meqsûd me ji bo perwerdekirina jinan pêdivî bi akademiyek wisa dît. Rola akademiyê di pêşxistina jinan de li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diyar bû. Piştî jinan girîngiya akademiyê û perwerdeyan naskirin tevlibûn xurt bû. Ji bo jinên ku nikarin hemû rojê li akademiyê bimînin, perwerdeyên bîrdozî vekirî ji wan re hat vekirin 15-20 rojan berdewam dike lê bandora perwerdeyên girtî baştir û bêhtir e. Ji ber perwerdeyên girtî nîqaşên xurtir derdikevin, perwerdeyên vekirî mijar kurt in. Di beşdarbûna jinan a perwerdeyên bîrdozî de û nîqaşkirina mijarên girêdayî wan, dîrok û mafên wan de me dît ku gelekî bandor dibin dixwazin pratîk pêk bînin û ji aliyê xwe ve dixwazin civakê hişyar dikin.”

Rûxmê rêgiriyê jî perwerde didomin

Muna Ebdulhemîd a bal kişand ku rêgiriya hikumeta Şamê ya li ser her du taxan bandora neyînî li perwerdeyê jî dike, destnîşan kir ku rûxmê van astengiyan jî ew bi biryar perwerdehiyê didomînin û wiha got: “Îsal tevlibûna jinan bêhtirî salên borî bû ji destpêka vekirina akademiyê ve li bajêr, di gelek waran de perwerde dîtin. Ji ber kêmderfetiyên me ya ji ber dorpêça li ser her du taxan pirsgirêkên lojîstîk û cih hene. Her wiha astengiyên jinan destpêkê di pejirandina fikrên nû de derdikevin em alîkariya wan dikin piştgiriya derûnî ji wan re pêşkeş dikin heya ku baş dibin.”

‘Ger te civakeke parçekirî dît bizanibe jin tê de kole ne’

Muna Ebdulhemîd di dawiya axaftina xwe de behsa girîngiya perwerdeyê kir û wiha lê zêde kir: “Em weke gelên şoreşger li azadiyê digerin, dema em dibînin astengiyên jinan ji pirsgirêkên civakî hene, ji erkê me ye em wan hişyar bikin. Perwerde û rêxistinkirin gelekî girîng e jinên paşguhxistî di civakên hişmendiya mêrsalarî serwer de hene. Em hewl didin jinan xurt bikin heta ku bigihîjin civakeke azad û dadwer. Her wiha gelek fîlozofan di pirtûkên xwe de girîngî dane perwerdeyê.”

‘Perwerde asoyên me firehtir dike’

Rêvebera Kevana Zêrîn Wehîda Birîmko ya ku tevlî perwerdeyê bûye wiha got: “Tevî berê ez tevlî gelek perwerdeyan bûme jî mirov her dem dixwaze xwe bi pêş bixe, ji bo fikrên mirov bi pêş bikevin, bi xwe re bimînin xwe nas bikin, perwerde gelekî girîng e. Dema ez tevlî perwerdeya bîrdozî ya girtî bûm, min fam kir ku her roj kesayeta min bi pêş dikeve û bêhtir ez mafên xwe hîn dibim. Bi taybetî perwerdeya giştî ya ku hemû beşên civakê ji hemû temenan dihewîne. Ez bang li jinan û her kesê dikim ku tevlî perwerdeya akademiyê bibin ji ber ku perwerde asoyên me firehtir dike, riya me ronî dike.”

‘Dive jin ji bo pêşketinê tevli perwerdeyê bibin’

Asmehan Abdullah a ku tevli perwerdeyê bûye der barê perwerdeya ku dîtiye de wiha got: “Ez tevli perwerdeyan bûm ji ber ku perwerdekar jinan bi maf û rastiyên wan didin naskirin. Ev tişt piştî çend rojan di perwerdeyê de min dît lewre banga min ew e ku jin tevli perwerdeyan bibin xwe bi pêş bixin û zana bibin.”