Rûxmê bidawîbûna lêpirsînê Zila Khair nehat berdan

Çalakvana mamostayan Zila Khair, rûxmê temambûna lêpirsina wê jî heta niha li girtîgeha Edlabad ya Şîrazê girtî ye.

Navenda Nûçeyan - Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî re destpê kirî, ruxmê hemû zext, girtin, kuştin û darvekirinan jî di roja 90’emîn de berdewam dike. Encûmena hemahengî ya Komara Rewşebirên Îranê ragihandin ku çalakvana mamostayan Zila Khair a di 22’ê Mijdarê de li mala xwe ya Kazrewan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin, ruxmê ku karubarê lêpirsinê temam bûye jî nehat berdan û hê li girtîgeha Edlabad ya Şîrazê girtî ye.

 Encûmena Hemahengî ya Komara Rewşebirên Îranê diyar kir ku lêpirsîna çalakvana sendikaya mamostayan Zila Khair li bajarê Fars temam bûye, lê ruxmê vê jî nehatiye berdan û wê vegerandine girtîgeha Edlabad ya Şîrazê.