Rusya ji ber binpêkirina mafên zarokan ket ‘lîsteya şermê’

Rusya, ji ber binpêkirina mafên zarokan li Ukraynayê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ket “lîsteya şermê.” Li Ukraynayê par 477 zarok hatin qetilkirin 909 zarok jî ji ber ber şer birîndar bûn û kêmendam man.

Navenda Nûçeyan- Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber ku di dema dagirkirina Ukraynayê de mafên zarokan binpê kiribû, Rûsyayê girt “lîsteya şermê.”

Li gorî agahiyên AFP’ê; roja rapora ku li endamên Konseya Ewlehiya Ewropayê hatiye belavkirin û di hefteya pêşiya me de ji raya giştî re were pêşkêşkirin de, li gel artêşa Rûsyayê, komên leşkerên bi pere yên wekî Wagner ku li herêmê dixebitîn jî kirine lîsteyê.

477 zarok mirin 909 jî kêmendam man

Di gorî herêmên ku di raporê de behsa wan hatiye kirin; par, li Ukraynayê 477 zarok hatin qetilkirin; qetilkirina 136 zarokan ket stûyê hêzên Rûsyayê û komên girêdayî wê, 80 jî ket stuyê hêzên çekdar ên Ukraynayê. Di raporê de hat diyarkirin ku, 518 ji zarokên birîndar ji aliyê hêzên Rûsyayê ve, 175 ji aliyê Ukraynayê ve, bi tevahî 909 zarok jî birîndar bûne û kêmendam mane.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres di raporê de diyar kir ku di sala 2022’yan de li Ukraynayê li dijî zarokan gelek sûc hatine kirin. Antonio Guterres wiha got: "Bi taybetî li dijî dibistan, nexweşxane û personelê parastinên gelek êrîş çêbûne. Ez li hemberî sûcên ku ji aliyê komên girêdayî hêzên Rûsyayê ve li dijî zarokan hatine kirin û bûne sedema mirin û kêmendamiyê matmayî mam."

Îsraîl di lîsteya şermê de tune ye

Tevî ku rêxistinên mafên mirovan gelek caran daxwaz kirin jî Îsraîl ji ber kiryarên xwe yên li dijî zarokên Filistînê neket lîsteyê. Antonio Guterres, da zanîn ku li gorî rapora berê, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de li gorî sala borî hejmara zarokên hatine qetilkirin kêm in û ev agahî dan:

"Bi vê yekê re di dema pevçûnan de hem ji ber hejmara zarokên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine qetilkirin û kêmendam mane, hem jî ji ber muhîmatên rastî yên di dema operasyonan de hatine bikaranîn û binpêkirinan, ji ber ku hesab ji Îsraîlê nehatiye xwestin, ez di nava fikaran de me.”