Rûniştinek diyalogê ya koordînekirina hêza jinên Lîbyayî
Bi minasebeta Roja Jinên Cîhanê Koordînasyona Hêzdarkirina Jinên Lîbyayî di Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Lîbyayê, li Otela Tibesti ya Bîngazî de şahiyek li dar xist.
İBTÎSAM EXFÊR
Binxazî - Pîrozbahî bin navê “Çareseriya pirsgirêkên jiyanî û hêzdarkirina jinên Lîbyayî di qadên siyasî, civakî û aborî de” hate organîze kirin û gelek jinên cihêreng yên civakê, dayik, hevjînên şehîdan, birîndar û winda, her wiha komek kesên eleqedar beşdar bûn.
Pîrozbahî bi rûniştineke diyalogî ku çar şaxên sereke di nav xwe de dihewîne girt dest, tê de Dr. Zayneb Zehrî li ser mercên ku ji bo bihêzkirina ramyarî ya jinên Lîbyayî axivî û di beşa duyemîn de jî ji aliyê civakî ve nirxandin hatin kirin ku tê de Profesor Erîc El-Hasî li ser hişmendiya civakî û derbarê bihêzkirina jinan de axivî. Her wiha Dr. Ferîha El-Faydî di aliyê aborî de peyivî. Di beşa qanûnî de jî, Profesor. Ayîşa El-Farisî behsa qanûnên Lîbyayê û rola wan di piştgirî û bihêzkirina jinan de kir.
Jina xwedan hewcedariyên taybet yekem car beşdarî daneşînê dibe
Rêveberiya rûniştanê Dr. Leyla El-Ocelî ku kesek xwedan hewcedariyên taybet e, di derbarê vê tecrûbeyê de wiha dibêje: "Ez kêfxweş im ku vê derfetê didin jinên astengdar. Ji vir ez silavên jinên xwedan hewcedariyên taybet ji Dr. Ayşa Al-Borxosî re Rêvebira Giştî yê Hevrêziyê radigihînim ku hişt em di vê tecrûbeyê re derbas bibin."
Girîngiya hiqûqî li gorî welatên din
Têkildarî qanûnên ku rola jinan piştgirî û xurt dike, Profesor Ayşa El-Farsî got: "Jinên Lîbyayî li gorî çend welatên Ereb eleqeya qanûnî bidest xist. Di nav van zagonan de qanûna Hejmara 10'an ya sala 1984'an a derbarê zewac û jinberdanê de derket, ku mafên tam dane wan."
Ayşe behsa qanûna hejmar 16'an ya sala 1985'an kir ku tê de dewletê dest danî ser sponseriya jinebiyan û jin berdan ku ew jî bi riya dayîna xanenişîniyê ji bo kesên ku nikaribûn jêderek bibînin ku jiyanek guncan ji xwe re dabîn bikin û bal kişand ser qanûna hejmar 20'an ya sala 1991'an ku 32 madeyên hevsengiya di navbera jin û mêr de pêkan de girte nav xwe. Madaya yekem jê ew bû ku hevsengiya di navbera hemû welatiyan de biparêze çi jin çi jî mêr be û madaye duyem jî li ser mafê jin bû ku nabe ew ji parastina welatê xwe were bê parkirin.
Destkeftî hîna lawaz in
Profesor Ayîşa El-Farisî dibêje di gel ku jinê hin mafên xwe bi dest xistine, lê ta niha jî rastî şidetê te. Her wiha wê li ser hin pêşinyarên ku divê hikûmet û parlamento li ser bixebite axivî ku ew jî bidawîkirina cûdakariya li dijî jinan di hemî aliyên jiyana giştî û ramyariyî li Lîbyayê û bidawîkirina bêcezatiya ji tundûtûjiyê re ye. Bi taybetî şîdeta nav malbatê ku hejmarek mezin ji jinan rastî tên. Ji xwe destkeftiyên ku jinên Lîbyayî bidest xistine hîn jî lawaz in û pêdivî ye ku werin xurt kirin.