Rûniştina F: Bila Muhlîse Karagûzel were berdan

Di hefteya 597’an a Rûniştina F’ê de bal hat kişandin ku girtiya bi navê Muhlîse Karagûzel a ji sedî 90 astengdar bû û 3 car krîza dil derbas kir, tevî rapora “Nikare li girtîgehê bimîne” jî nehat berdan.

Stenbol – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo girtiya nexweş Muhlîse Karagûzel a bi nexweşiya giran ya ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, 597’emîn rûniştina xwe ya hefteyî “Rûniştina F” li dar xist. Di çalakiyê de dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Bila Muhlîse Karagûzel bê berdan” û “Dermankirin maf e nayê astengkirin” hatin berzkirin.

‘Ji girtîgehan re dibêjin malên mirinê’

Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê endama ÎHD'ê Meryem Bars ve hat xwendin. Meryem Bars bi bîr xist ku girtiyê 70 salî Şakîr Turan ê nexweş ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Erzînganê 30’ê Tebaxê serê sibê li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Erzînganê ku ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Mînaka din hat zêdekirin û piştrast kirin ku ji girtîgehan re dibêjin ‘malên mirinê’.”

Meryem Bars, anî ziman ku girtiyên nexweş di şert û mercên girtîgehê de nayên dermankirin û xizmeta tenduristiyê nayên dayîn û rayedar ji çareserkirina pirsgirêkên heyî re dilgiran in û got: “Ev rewş dibe sedem ku nexweşiyên ku tên dermankirin bi mirinê bi dawî bibin û mirina girtiyan zêde bibe. Weke her hefte vê hefteyê jî em bi bîr tînin ku ji bo parastina tenduristî û jiyana girtiyan divê tedbîran bigirin.”

‘Sê caran krîza dil derbas kiriye’

Meryem Bars bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karagûzel a ji sedî 90 astengdar e ku niha li Girtîgeha Menemena Îzmîrê tê ragirtin û wiha got: “Ew Dayika Aştiyê ye û ji ber xebatên xwe yên aştiyê hatiye girtin. Piştî hat girtin sê caran li ser hev krîza dil derbas kiriye. Nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa pişt û stû bi Karagûzel re hene. Ji ber şekirê wê radibe zerarê daye çav û gurcikên wê. Ji ber astim pê re heye bi zehmetî bêhnê dide û distîne. Tevî ewqas nexweş e û rapora wê ya astengdariyê heye jî pêdiviyên wê bicih nayên û her ku diçe rewşa tenduristiya wê xera dibe.”

Tevî rapora ATK’ê jî nayê berdan

Meryem Bars anî ziman ku Muhlîse Karagûzel ji ber çavên xwe gelek caran anjiyoya çav bûye û divê Karagûzel bi lezgînî were emelyatkirin. Meryem Bars diyar kir ku li gel ku rapora ATK’ê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî nayê berdan.

Bang li rayedaran kirin ku bi erka xwe rabin

Meryem Bars, anî ziman ku tecrîda li ser Muhlîse Karagûzel, tevî pirsgirêkên wê yên giran ên tenduristiyê ew terkî mirinê hatiye kirin û wiha got: “Berdana Muhlîse Karagûzel a ku di şert û mercên girtîgehê de nikare were dermankirin û lênêrîna pêwîst jê re were dayîn, were berdan. Di her kêliyê de bi xetereya krîza dil a nû re dijî û divê tedawiya wê li derve berdewam bike ev yek di warê parastina mafê tendurustî û jiyanê de bûye pêwîstiyek.”

Meryem Bars, bang li rayedaran kir ku werin ser erka xwe û Muhlîse Karagûzel û hemû girtiyên nexweş werin berdan.