Runiştina doza Werîşe Muradî carek din paş xistin

Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî ku biryar bû duh bihata lidarxistin, ji ber amadenebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade bi cara duyemîn hat paşxistin.

Navenda Nûçeyan – Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku biryar bû duh runiştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî bihata lidarxistin, lê dîsan ji ber amadenebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade bi cara duyemîn ji bo demek nediyar hat paşxistin.

Ev cara duyeme ku runiştina doza çalakvana siyasî ya Kurd tê paşxistin.

Hêjayî gotinêye ku Werîşe Muradî ji bo şermezarkirina cezayê îdamê yên Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî di roja 4’ê Tebaxê de beşdarbûna runiştina dozê redkiribû.