Runiştina doza rojnameger Durket Suren hat dîtin

Doza ku rojnameger Durket Suren jê dihat darezandin taloqî 13’ê kanûnê hat kirin.

Amed- Rojnameger Durket Suren ji ber parvekerinên xwe yên Twitterê û belavkirina rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, bi îdîaya “Bi daxwaza xwe alîkarî daye rêxistinê û propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin. 7'emîn danişîna doza Durket Suren li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên Durket Suren Resul Temur û Yusuf Erdogan tevlî danişînê bûn. 
Doz hat taloqkirin
Dozger xwest mijarên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê jî, biryar da ku li benda rapora ji Miduriyeta Polîsan a Amedê xwestiye bimînin û danişîn taloqî 13'ê Kanûnê kir.
CFWIJ: Em bi fikar in
Di Rojnamevantiyê de Komîsyona Jin (CFWIJ) a darezandin û tundiya ser jinên rojnameger dişopîne beriya runiştina doza Durket Suren balişand ser runiştina dozê û got: “Di mijara tacîza ser jinên rojnameger de fikarên me hene. Em li bendêne ku rojnameger Durket Suren bê berdan.”