‘Rûmeta mirovahiyê Kobanê bi êrişên dagirkeriyê re rûbirû ye’

Jinên ji kantona Kobanê bi rasthatina Roja Kobanê ya Cîhanî bal kişandin ser êrîşên ku li ser herêmê pêk tên û gotin: “Cîhana ku di 2014’an de piştgirî da me û bû deyndar, niha çavên xwe ji êrîş û gefan re girtiye.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Çeteyên DAIŞ’ê di 15 Îlona 2014’an de bi êrîşeke dijwar ku perspektîf ji dewleta tirk girtibûn, berê xwe dan Kobanê. Şervanên YPJ/YPG û welatparêzên Kurd ji çar perçeyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê, bi berxwedana 134 rojan Kobanê parêstin û di 26’ê Çileya 2015’an de serkeftina Kobanê ragihandin.

Berxwedana bihêz a ku li Kobanê pêk hat, bi saya têkoşîna şervanên wê veguherî berxwedaneke cîhanî ku Kobanê weke sembola berxwedan û çavkaniya tunekirina DAIŞ’ê hat destnîşankirin. Berxwedana 134 rojan li tevahî cîhanê deng veda, ji 30 welatên cîhanê û Kurdistanê 1’ê Mijdara 2015’ê weke Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanê re hat ragihandin. Di vê dîrokê de ji 30 welatan û di heman demê de bi dirûşma “Seferberiya cîhanî ji bo Kobanê û mirovahiyê li dijî DAIŞ” herikîn kolanan û piştgiriya xwe anîn ziman.

Bi wesîleya salvegera 9’emîn a Roja Cîhanî ya Piştevaniya Kobanê, jinên ji kantona Kobanê nêrîn û nerazîbûna xwe ya li hemberî helwesta cîhanê anîn ziman.

 ‘Kobanê roj bi roj bi êrişên dagirkeriyê re rû bi rû ye’

Edle Bozan bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ku 9 sal in bênavber didomin û got: “Ew koçberiya ku me di 2014’an de dît ji bîra me naçe. Em ê ji bîr jî nekin ku dewleta tirk çawa hewl da axa me bi riya DAIŞ’ê dagir bike û ji destên me bigre. Lê bi saya keçên me yên gulîmor û xortên me yên egîd ku ji bo parastina axa Kobanê canê xwe kirin mertal, berxwedana Kobanê bi ser ket. Kobanê di aliyê erdnîgarî de devereke biçûk e lê bi nav û berxwedana xwe bi nirx û mezin e. Ji ber vê 1’ê Mijdara 2014’an Roja Kobanê ya Cîhanî hat raghandin ku li ser asta cîhanê gel piştevaniya me kir. Ev 9 sal in Kobanê hatiye rizgarkirin lê di dirêjahiya van salan de gef û bombebarana dewleta tirk ranewestiya ye. Kobanê roj bi roj bi xeteriya dagirkeriyê re rû bi rû dimîne. Em dibînin ku di vê rewşê de cîhana ji bo Kobanê rabû ser piyan û weke lehiyê herikî qadan, bê deng e. Welatên ku di çalakiyên xwe de digotin “Bijî berxwedana Kobanê”, bi salan e ku li dijî van êrîşan bê helwest in.”

 Edle Bozan teqez kir ku ew ê xwedî li nav û mîrateya berxwedana Kobanê derkevin û wiha berdewam kir: “Kobanê ji bo gelê Kurd xwedî mîrateyeke cuda ye di dilê me hemûyan de xwedî nirxeke mezin e. Ji bo vê, dewleta tirk çi jî bike em ê dest ji vê axê bernedin. Kobanê warê me ye û dê balafir, tang û topên tirkên dagirker bandorê li berxwedana me nekin. Di jiyana mirovan de mirin carek e, ji bo me jî heger mirin hebe bila bi rûmet û li ser sînga axa me be. Xwîna me ji şervanên ku ji bo parastina Kobanê canê xwe feda kirin, ne girîngtir e. Lewre di Roja Kobanê ya Cîhanî de ku cîhan çavên xwe ji bo gefên dewleta tirk digre, helwesta me ew e.”

‘Divê helwesta cîhanê ya li dijî êrîşên dewleta tirk weke 1’ê Mijdarê be’

Emîne Osman anî ziman ku mirovahî deyndarê berxwedana Kobanê ye lê li gorî vê yekê tevger nake û wiha domand: “Em di 2014’an de ji Kobanê derketin lê ruh, dil û berê me her dem li warê me bû. Bûyer û  destanên berxwedanê ku li Kobanê hatin jiyîn, bûn sedem ku em îro di malên xwe de bin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dikaribûn di nava çend saetan de gelek dever dagir bikirana û artêş nikaribûn li hemberî wan şer bikin, li Kobanê têk çûn. Çeteyên ku ji bo tevahî mirovahiyê xeteriyeke mezin bûn, ji aliyê şervan û şoreşgerên Kurd ve hatin têkbirin. Ji ber vê hemû mirovahî deyndarê vê berxwedanê ye. Rast e ev gel di 1’ê Mijdarê de xwedîderketina xwe ya ji bo Kobanê nîşan da lê ev têr nake. Di roja îro de gelê Kurd û mirovahî, bi heman xeterê re rûbirû ne lê em wan hestan û piştevaniya wê demê nabînin.”

Emîne Osman bi gotinên; “Me carekê pişta xwe dabû Kobanê lê niha hezar car berê me lê ye” helwesta xwe ya li hember êrîşan wiha bilêv kir: “Dewleta tirk hewl dide berê me bide koçberiyê lê ev plan vala ne û bikêr nayên. Bendewariya me ji civaka navdewletî û cîhanê tune ye, ji ber ku yên di Kobanê de şer kirin û di roja îro de jî şer dikin, hêz û zarokên vê axê ne. Berê me li şervanan e û berê şervanan jî li me ye, em ê di vê erdnîgariyê de têbikoşin û di kesayeta Kobanê de tevahî Rojavayê Kurdistanê biparêzin.”

‘Ez ji ber sînorên Kobanê neçûm’

Aysel Îbrahîm jî wiha behsa çîroka xwe ya derketina ji Kobanê  kir: “Di dema berxwedana Kobanê de, keça min a ku şervana YPJ’ê bû birîndar bû. Wê demê min biryar da ku ez ji Kobanê dernekevim û li rex keça xwe û hevalên wê bimînim. Lê dema şer gihîşt bajar û pevçûn dijwar bûn, ez neçar mam li gel malbata xwe ji Kobanê derkevim. Wê demê ez li Pirsûsê ku li ber Kobanê ye mam. Min roj û şevên xwe bi rondikan derbas dikir, ji bo min gelek dijwar bû ku ez di bin siya dewleta tirk de bijîm. Mirov û dostên me çûn bajarên mezin ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê lê ji bo ku ez nêzî Kobanê bimînim neçûm. Cihê ez lê dimam jî kargeha mirîşkan bû lê ez bi wê rewşê razî bûm, min konek di wê kargehê de veda. Çawa ku Kobanê rizgar bû, ez bi malbata xwe re yekser vegeriyan.”

Aysel Îbrahîm destnîşan kir ku Kobanê rûmeta mirovahiyê ye û got: “Pêvajoya ku em niha dijîn, heman rojan tîne bîra me. Ne tenê rojên koçberî û azaran, berovajî wê, hestên berxwedan û têkoşîna ji bo parastina Kobanê roj bi roj bi me re nû û zindî dibin. Kobanê ji bo me rûmet e, heger ev bajar ji destên me biçe rûmeta me jî pê re diçe. Ji ber vê tevî hemû şert û mercên em dijîn jî em xwedî li vê rûmetê derdikevin. Heta em sax bin em ê vê axê bernedin.”