Rûken Ercan: YPJ hebûna jinan mîsoger dike

Yek ji Fermandarên YPJ’ê ya Eyeleta Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Rûken Ercan, têkildarî têkoşîna YPJ’ê ya seranserî 14 salan got ku “Her şervanek YPJ’ê ji mêrekî zêdetir dikare çek rake, têbikoşe û şer bike.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di 14 salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi ‘Şoreşa Jinan’ tê naskirin de, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) rûpelên geş ên têkoşîn û berxwedanê nivîsandin. Ji hêzek ku ax û gel diparêze veguheriye sembola vîna azad a jinan û dengê wan ku tevî hemû zehmetiyan jî her zindî ma û têkoşîna xwe bê navber berdewam kir. Di bin her şert û mercan û di qonaxên herî dijwar de, şervanên jin di eniyên pêş de bûn, nirxên azadî, rûmet û edaletê diparastin û nîşan dan ku jin dikarin pêşengiya meşa guhertinê bikin û pêşerojek azadtir û wekhevtir ava bikin. Bi têkoşîna xwe ya berdewam, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji bo jinên herêm û dinyayê bûn sembola berxwedanê û çavkaniya îlhamê.

Yek ji Fermandarên YPJ’ê ji Eyeleta Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Rûken Ercan, têkildarî têkoşîna YPJ’ê ya 14 salan ji ajansa me re axivî. Rûken Ercan tekez kir ku hebûna YPJ’ê bi hebûna gel ve girêdayî ye.

YPJ yek ji berhemên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye’

Di destpêka axaftina xwe de Rûken Ercan da zanîn ku ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro YPJ’ê ji bo parstina jin û civakê rolekî girîng lîstiye û wiha dewam kir: “ Ji destpêka şoreşê heta îro, YPJ’ê têkoşînekî bê hempa meşandiye, bedêlên giranbuha diyariyî azadiya jinan kiriye. Ji ber vê yekê hebûn, nasname û têkoşîna YPJ’ê di tevahiya cîhanê de deng vedaye. YPJ yek ji berhemên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Bi avakirina şoreşê re her jinek xwedî îrade bû, doza azadiyê kir û ji bo doza maf û hebûna xwe jin beşdarî YPJ’ê bûn.”

‘YPJ di eniyên şer de mil bi mil li kêleka YPG/QSD’ê bû’

Rûken Ercan bal kişand ser têkoşîna YPJ’ê ya di şerê li dijî DAÎŞ’ê de ya li Kobanê û wiha pê de çû: “Têkoşîna YPJ’ê ya wek jin, di şerê Kobanê de hat diyarkirin. Jinan nîşan dan ku ew jî dikarin çek rakin û şer bikin. YPJ’ê ew hişmendiya ku jin nikare şer bike û cihê wê tenê li malê ye şikand. Mezinbûna YPJ’ê li ser vê bingehê hat avakirin. Li kêleka YPG/QSD’ê YPJ’ê bi seknek bi heybet di eniyan de şer kir. Jinan hêza xwe di YPJ’ê de dîtin. Bi saya vê têkoşînê diyar bû ku jin ji mêrekî zêdetir dikare şer bike. Li hemberî çeteyên ku êrîşî civaka wê dikirin, tekez wê jin li ber xwe bide û parastina civaka xwe bike. YPJ’ê hebûn û nasnameya xwe bi xwînê û têkoşînê ava kiriye.”

‘Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî dixwaze dîroka tekoşîna YPJ’ê tune bike’

Rûken Ercan diyar kir ku rejîma Baasê gelek desthilatdar bû lê tu carî nedigot ew YPJ’ê qebûl nake û wiha pêl da gotinên xwe: “Tevî ku rejîma Baasê gelek destihilatdar bû, nedigot em YPJ’ê qebûl nakin û YPJ’ê wekî artêşa jinê di nava artêşa Sûriyeyê de cih nagire. Ji ber ku hikûmeta demkî ya Sûriyêyê dizane cesaret û hêza YPJ’ê mezin e û YPJ ji mêrekî zêdetir dikare çek rake û şer bike, ji bo wê têkoşîna YPJ’ê înkar dike. Hikûmeta demkî dizane ku eger YPJ bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê, ewê gelek bandorê lê bike. Ji ber vê yekê hikûmeta demkî hêza YPJ’ê qebûl nake û dixwaze dîroka tekoşîna wê tune bike.”

‘Hikûmeta demkî nikare nasnameya YPJ’ê înkar bike’

Rûken Ercan tekez kir ku hikûmeta demkî nikare hebûn û nasnameya YPJ’ê tune bike û wiha got: “Emê wek şervan û fermandarên YPJ’ê tekoşîna xwa ya bêhempa bidomînin. Her çiqas hikûmeta demkî YPJ’ê înkar bike jî, ewê nikaribe pişgiriya cîhanê giştî ji bo YPJ’ê rawestîne. YPJ’ê li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye û ew têk biriye. Ji bo hebûna YPJ’ê gel li ser piyan e. YPJ hebûna jinan mîsoger dike, eger neyê qebûlkirin wê tevahî jin neyên naskirin. Hikûmeta demkî dixwaze zihniyetek desthilatdar li ser civak û YPJ’ê ferz bike, lê em wê zihiniyetê red dikin û qebûl nakin.” 

‘YPJ hebe gel heye, gel hebe YPJ heye’

Rûken Ercan di dawiyê de kampanyaya ku ji bo piştgiriya YPJ’ê hat ragihandin û hê jî çalakiyên wê ji bo naskirina YPJ’ê di nava artêşa Sûriyeyê de didomin jî bibîr xist û wiha got: “Kampanyaya ku ji bo YPJ’ê hat ragihandin, ji bo me nirxekî mezin e. Hebûna YPJ’ê bi gel re ye û hebûna gel bi YPJ’ê re ye. Li ser vê bingehê ew kampanya li tevahî cîhanê hatiye belavkirin û gelek jin bi ‘hebûna YPJ’ê hebûna me ye’ bang dikin. Eger îro jin bûye xwedî rol û mîsyon û ji bo nasnameya xwe şer dike, bi saya hêza YPJ’ê ye. Eger em wek YPJ di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigrin, ev wê bibe modela yekemîn di cîhanê de. Ji ber dizanin ku YPJ di artêşa Sûriyeyê de cih bigre, ew ê bandora xwe li tevahî cîhanê jî bike.”