Rûken Ehmed: Armanca polîtîkayên li ser jinan yek e

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ên derve Kongra Star Rûken Ehmed teqez kir ku yekbûna refên jinan yek ji girîngtirîn gavên ber bi azadiya jinan û parastina destkeftiyên wan e.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo- 25’ê Tirmehê Kongra Star di bin dirûşmeya "Bi têkoşîna hevbeş em ê şoreşa jinê biparêzin" panelek lidarxisti bû. Di panelê de nerînên jinan û pêşniyarên wan hatin komkirin. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê beşdarî panelê  bûn.

‘Pênc mijarên sereke hatin nîqaşkirin’

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ên Derve Kongra Star  Rûken Ehmed behsa mijarên girîng ên panelê kir  û got: "Girîngiya lidarxistina vê panelê di demekê de hat ku guherînên siyasî û civakî di herêmê bi giştî de çêdibin. Li ser vê bingehê panel 5 mijarên herî sereke û girîng di nav bernameya xwe de girt. Mijarên me girtin dest ev in: Bandora geşedanên nû û pêşketinên siyasî li ser rastiya jinan, wateya têgeha qirkirina jinan, destkeftiyên jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bidest xistine, çawaniya parastina destkeftî û serkeftinên jinan. Me dikarîbû bi riya teknolojyayê re em bi hev re bicivin. Jin ji herêmên cuda bi riya bernameya Zoomê yan jî vîdyoyên kişandî tevlî bûn."

‘Hemû krîzên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne’

Rûken Ehmed di berdevamiya axaftina xwe de li ser girîngiya kombûna jinan di asta Rojhilata Navîn de axivî û got: "Hemû krîzên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne ji ber dozên jinan yek in û siyasetên li dijî wan tên pêkanîn armanca wan yek e. Şoreşên jinan ên ji dema buhara gelan de ti encam bi xwe re neanîn berovajî weke xwe man. Lê belê şoreşa jinan li Rojava deng li cîhanê veda û tevî hemû êrişan heta niha berdewam dike. Girîng e behsa vê şoreşê were kirin û bi rengekî berfireh ji jinan re were şîrovekirin. Di demên dawî de gelek binpêkirina li dijî jin û zarokan di şerê di navbera Rûsya û Ukrayna pêkhatin lê belê ew binpêkirin demek gelekî kurt di rojevê de man tevî ku heta niha ew krîz berdewam dike. Ji xwe ne tenê li Ukrayna, li Rojhilata Navîn, û her çar aliyên Kurdistanê binpêkirin hene. Jin tên tecawizkirin û qetilkirin û cîhan jî ji xwe re temaşe dike. Ev hemû jî ji bo ku jin bêdeng bin û mafên xwe bidest nexin tên kirin.”

Rûken Ehmed wiha gotinê xwe berdevam kir: “Nameyên piştgiriyê ji jinên Sûdanê re hatin şandin ji ber gelek binpêkirin di rewşa şer de li wan hate kirin . Name ji hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Rojhilata Navîn re hatin şandin. "Divê neyê jibîrkirin li herêmên dagirkirî çiqas binpêkirin hene,  qetilkirin, revandin û destdirêjî li ser jinan berdewam dike.”

‘Parastin birdozî dixwaze’

Rûken Ehmed diyar kir ku ew girîngî didin xweparastinê û li ser vê esasê jin û civakê hişyar dikin û wiha pê de çû: “Jin bêyî alîkariya tu kesî xwe û destkeftiyên bidest xistine bi rengekî berdewam diparêze ji ber parastin birdoziyek dixwaze û birdozî jî bi birêxistinkirinê temam dibe. Me ev tişt bi riya şoreşa Rojavayê Kurdistanê nas kir ji ber Yekîneyên Paratina Jin (YPJ) dikarîbûn li hember DAIŞ’ê bisekinin. YPJ bang li jinên Sûdanê û Yemenê jî kir ku hêzên xwe yên taybet çêkin û parastina mafê xwe bikin."

‘Panel ji bo yekbûna keda jinan hat lidarxistin’

Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku şerê cîhanê yê sêyem di navbera hêzên daxwaza edalet û demokrasiyê dikin û hêzên sermayedar û desthilatdar re rû daye û wiha anî ser ziman: "Jina Kurd şoreş birêve bir û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” riya hemû jinan ronî kir ne tenê li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta cîhanê bi giştî vê pêk anî. Her wiha jinan xwe di hemû waran de isbat kir ji ber wê girîng e berxwedana jinan bilind bibe. Panel ji bo yekbûna keda jinan û kar li ser parastina destkeftiyên jinan hat lidarxistin."