‘Ruhê welatparêziya qewîm bû bingeha avakirina şoreşa jinan’

Cewahîr Osman qala serpêhatiya jiyana xwe kir, destnîşan kir ku ji sala 1985’an ve xebatê ji bo Kurdistana azad dimeşîne û diyar kir ku du zarokên xwe fedayî welatê xwe kiriye yek jî îro şervan e û li hemberî dijmin şer dike.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê nêzî 20 salan kedek mezin da. Gelê ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ava kir, îro bi şoreşê re pêşengiya jiyana azad û wekhev dike. Beriya ku şoreş ava bibe, gel, jin, dayik, bav û bira bi riya cebhewî ango milîsî kar û xebatan ji bo welatê xwe dikirin. Tu caran xwe ji tu karî, pîrozbahî, merasîm, xweşî û nexweşiya gelê xwe qut nedikirin. Di her firsendî de çi bedel dibe bila bibe, xwe digihîştandin rêxistin ango dîroka wan a ku hatibû tunekirin. Bi saya bi hezaran pakrewanan û malbatên welatparêz ên ku kezeba xwe, zarokên xwe dan rêxistina xwe, şoreşek pêk hat û ev şoreş jî bû şoreşa jinan.

Yek ji wan dayikan Cewahir Osman e ku bi navê diya Hozan tê nasikirin. Bi xwe hemwelatiya bajarê Dêrikê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye lê ji ber hinek sedeman li gundê Hîmo yê bajarê Qamişloyê bi cih bûye. Dayika 2 pakrewanan û şervanek e. Cewahîr Osman di sala 1985’an de rêxistina Kurdan ango di wê demê de digotin telebe nas dike û beşdarî xebatan dibe. Cewahîr Osman a niha di Meclisa Malbatên Şehîdan de endama rêveberiya Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, qala serpêhatiya xwe kir.

Di sala 1985’an de kar û xebat dide meşandin

Cewahîr Osman diyar kir ku ruhê welatparêziyê bûye bingeh ku îro li ser axa wan şoreş were avakirin û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Di sala 1985’an de ez hê 12 salî bûm, min dibihîst ku hinek keç û xortên Kurd ji bo Kurdistanê ava bikin, kar û xebatan didin meşandin. Ew kes ji her aliyên Kurdistanê tevli dibin, xwe perwerde dikirin û ji bo Kurdistana xweser kar didan meşandin. Di wan salan de wê Newroz bihata pîrozkirin û ji bo Newrozê koma govendê ava kiribûn, navê komê koma Çiya bû. Dotmam û pismamê min jî tevli komê bûn. Ez jî bi wan re çûm lê min tevli komê nekirin, ji ber temenê min biçûk bû. Min got min bixin binkêşa govendê, wê jî qebûl nekirin. Ruxmê ez ne di koman de bûm jî her dem bi wan re diçûm û tê bîra min her tişt bi awayekî veşartî dihat kirin da ku dijmin pê nehese. Ev pêvajo naskirina min a yekem bû ji bo rêxistinê.”

Cebhewiya herî biçûk

Cewahîr Osman da zanîn ku wê di temenek biçûk de kar û xebat dida meşandin lewre jêre digotin cebhewiya herî biçûk û wiha domand: “Dema ez diçûm dibistanê di wir de jî ji bo Kurdistanê û şervanên azadiyê yên ku kar û xebat dimeşandin nîqaş hebûn lê pir veşartî dihatin kirin. Ji ber ku ger bihata bihîstin em ê bihatana darizandin. Di wan deman de şervanên azadiyê yên ku di herêma me de kar û xebat didan meşandin, derbasî aliyê sînor dibûn û li wan gundan kar û xebatên xwe didan meşandin. Di wan salên 1985-1986-1987 heta 1990’an pergala belavok hebû ku me bi riya wan belavokan gel şiyar dikir û kombûnek hebûya me gazî dikir. Di wan deman de me kar û xebat hemû bi peyatî dikir û tu seyare tunebû em biçin gundan. Wê demê zêde gel me nas nedikir lewma gel me nedihewand. Di wê demê de navê min cebhewiya herî biçûk bû, ji ber ez bi temen biçûk bûm lê min ji bo welatê xwe karê cebhewî dikir. Di wê demê de me mirovên pir hêja yên canê xwe ji bo axa xwe feda kirine nas kir ku ew bûn bingeha avakirina şoreşa me.”

Kembera Ereb

Cewahîr Osman diyar dike ku di wan salan de rejîmê bi zanebûn tirs û xofê dixist nava gel û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di wê demê de bi kembera Ereb re gelek Ereb anîn û li gundê me bi cih kirin ku heta niha li wî gundê ne. Di wan salên 90’î de gelek tirs hebû. Di heman wextê de rejîmê bêbawerî dixist nava civakê, fitne û fesadî dixist di nav gel.”

Guleya 15’ê Tebaxê gel şiyar kir

Cewahîr Osman di dirêjahiya gotina xwe de da zanîn ku ew bi teqandina guleya yekem a 15’ê Tebaxê re rabûn serhildanê û wiha domand: “Her ku temenê me mezin dibû, ezmûna me zêdetir dibû, çi kar û xebat ji me bihata xwestin me dikir. Ez dixwazim li vir qala 15’ê Tebaxê guleya yekem bikim. Di wê demê de ji bo 15’ê Tebaxê serhildan hebû, tê bala min di wê demê de dijmin pê hesiya û hat rê girt, me jî bi dewletê re şer kir. Ruhê wê demê derxist holê ku em nema dewletê qebûl dikin û ruhê me veguherî raperînê.”

Bi riya civînan karên xwe bi rêxistin dikin

Cewahîr Osman anî ziman ku ew bi pergala civînan dikaribûn kar û xebatên xwe bi rêxistin bikin û wiha pêl da gotinên xwe: “Piştî ezmûnên mezin, em hatin wê astê ku em derbasî pergala civînan bibin. Carna dîmenê Rêber Apo û hevalên çiya ji me re dişandin ji bo em mêze bikin. Her wiha talîmat dihatin diviyabû em bixwînin û çi heye, çi  nîn e divê em bizanibûna. Lewre êdî me cîhazê dîmenan anî, ji bo em li dîmenan mêze bikin. Piranî civîn jî li mala gel dihatin birêxistinkirin.”

Ruxmê hat girtin jî tirs di dilê wê de tunebû

Cewahîr Osman da zanîn ku ew 3 seatan di bin çavdêriya rejîma Baas de maye û wiha pêde çû: “Ez bawer im sal 1993 bû. Rejîmê min girt û ez 3 demjimêr ketim bin çavan. Ez dikarim bibêjim ku di wê demê de qet tirs neket dilê min, çi pirs ji min dikirin min bi cesaret bersiva wan dida. Ruxmê ez ciwan bûm, min rastiya me diparast. Herî dawî bawernameya min a ku dibû refa 9 nedan min. Ruxmê bawernameya min nedan min, ez çûm kursên tenduristî, dirûnxaneyan û min pêşketina xwe domand.”

Gula di bin kevirê de derdikeve pir qewîm dibe

Cewahîr Osman qala girîngiya welatparêziyê wiha dike: “Me dixwest welatparêziya xwe ji derfetên heyî zêdetir heq bikin. Hevalên ku pêşengî ji me re dikirin, şehîd diketin. Her roja ku diçû hejmara gerîlayan zêde dibû, gel zêdetir rêxistinê nas dikir. Heta niha jî li bala min e ku di wan deman de demê têrê me nedikir, dem pir zû derbas dibû. Di wan deman de çirûskek biçûk a welatparêziyê di dilê kîjan malbatê de hebûya, tevlî hemû karan dibû û erka xwe ya welatîparêziyê bi cih dianî çi meş be çi mitîng bûya tevli dibû. Ruhê wê dem pir cuda bû, li ser wê ruhê şoreş ava bû.”

Siyaseta birçîbûnê

Cewahîr Osman wiha qala siyaseta birçûbûnê ya rejîma Baasê li hemberî gelê Kurd dimeşand  dike: “Dijmin li hemberî me siyaseta pirçûnê ferz dikir. Rejîmê nedihişt em li vir fabrîqayek ava bikin. Nedihiştin projeyek aborî were avakirin. Kar peyda nedibû, diviyabû tu heta Şamê biçûyayî wisa kar peyda bibînî. Yên xwedî erd bûn nikaribûn tiştek biçînin, ger biçandana jî sînordar bû. Jixwe siyaseta birçîbûnê li ser me ferz dikirin, bi kembera Ereb re erdê me jî hemû birin. Bi van siyasetan re gelê Kurd êş û azarên pir mezin kişand.”

Girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Cewahîr Osman wiha behsa dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha dike: “Sal 1999 bû! Mêrek temenê wî mezin cîranê min bû, zimanê tirkî fêm dikir, di televîzyona Tirkî de nûçeya lezgîn didin, dibêjin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin. Cîranê min hemû zarok rêkiribûn pey min ku vê agahiya reş bidin min. Min agahî girt û ez wê rojê gelek giriyam. Di wê rojê de mal, malbat, gund, bajar û cîhan hemû ji bo me bû rojek tarî.”

Hûn ecnebî ne

Cewahîr Osman bîyanîbûna gelê Kurd li ser axa Rojavayê Kurdistanê wiha vedibêje: “Dema deftera malbatê nebe, tu ecnebî yî! Min jî di wê demê de deftera malbatê nû girtibû. Ji ber navê zarokên min hemû Kurdî bûn, digotin ev nav hemû ecnebî ne û em tomar nakin. Ez bi wan re pev çûm û min got navê we ecnebî ye nabe em tomar bikin. Min jî şerê xwe domand û min got navê me Kurdî ne ne ecnebî ye em bi xwe Kurd in û navê zarokên me jî wê bibin Kurdî. Gotin tu siyasetmedar î û ji bo van navan bi me re şer dikî. Min jî bersiva wan da û got ez şerê mafên xwe dikim û nasnameya me hebûya tu caran me ya Ereban dernexist.”

Avabûna PYD’ê û Yektiya Star

Cewahîr Osman qala avabûna PYD’ê û Yekitiya Star wiha dike: “Wê di sala 2003’an de partiya me PYD bihata avakirin. Kongre wê demê çêbû, ez ne amade bûm lê di ya duyem de amade bûm. Em bi avabûna PYD’ê re kêfxweş bûn, ji ber wek partiya Kurdan bi awayekî vekirî kar dihat meşandin. Dewletê jixwe qebûl nekir. PYD’ê di rêxistinbûna xwe de girîngî dida civakê û partiyek civakî bû. Di wan deman de şehadeta hevala Şîlan û hevalên wê jî tesîrek mezin li me kir. Di sala 2005’an de Yekitiya Star hat avakirin. Di wê demê de em hejmarek pir kêm ji jinan kom bûn da bikaribin rêxistina xwe ya xweser ava bikin. Weke jin rêxistina me bi xwe ava dibû ji lewre em jî kêfxweş bûn, di civînên xwe de rehetir xwe bînin ziman. Em bi şans bûn ku di wan merheleyên dîrokî de derbas bûn.”

Pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê

Cewahîr Osman piştî şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk tê berê xwe dide welat û wiha dibêje: “Em êdî hatibûn dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê, di wê demê de em weke malbat li Libnanê bûn. Li wir min karê meclisa jinan bi rê ve dibir. Ez Li Libnanê nûnera PYD’ê û Kongra Star bûm, min nûnertiya her du rêxistinan dikir. Piştî şoreşê rêxistinê bang me Kurdan kir ku xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin ji lewre malbata me di sala 2013’an de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.”

Dayika du şehîdan û şoreşgerek

Cewahîr Osman destnîşan kir ku du lawên wê tevli karwanên nemiran bûye û yek ji wan îro şoreşger e û ji bo welat têdikoşe û got: “Lawê min şehîd Xebat em hê li Libnanê bûn tevlî tevgera azadiyê bû. Lawê min ê din jî li Rojavayê Kurdistanê tevlî YPG’ê bû, navê wî jî şehîd Hozan bû. Hozan di 2014’an de di pêngava Til Hemisê de dema li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir şehîd het. Lawê min Xebat jî di sala 2020’an de li çiyayê Metînayê şehîd ket. Di şexsê her du lawên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Dema şoreş çêdibe mirov xwe yek ji endamên wê şoreşê dibîne, piştî şehadet çêdibe, tu xwe xwediya wê şoreşê dibînî. Mirov êşa xwe bi kar, xebat û têkoşînê derman dike.”

Di pêvajoya şoreşê de rola xwe lîst

Cewahîr Osman li ser pêşketinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, pergala neteweya demokratîk ku zindî bûye û rola ku di şoreşê de lîstiye wiha dibêje: “Piştî ez hatim Rojavayê Kurdistanê, min di komîn û meclisan de kar kir. Paşê ez bûm hevseroka Tev-Dem’ê. Di wan deman de hemû pêkhateyan dîtin ku rêxistinek heye û xwedî li civakan derdikeve ji lewre hemû civak seferber bûbûn ku xwedî li şoreşa xwe derkevin Rêveberiya Xweser jî hat avakirin. Ev bûyerên ku me jiyan hemû dîrokî bûn, em jî di nav de jiyan û bû pêşeroja me. Dibû ku têrê jî nekiribûya lê tişta ku ji me dihat xwestin me dikir. Piştî dewreya min a Tev-Dem’ê bi dawî bû, di wê demê de meclisa şaredariyê wê bihata avakirin, ez jî bûm namzed û di asta yekem de bi ser ketim. Ez derbasî Rêveberiya Meclisa Jinan a di şaredariyan de bûm. Piştî min du sal û nîv kar û xebatên meclisê yên şaredariyê jî kir û bi dawî bû ez derbasî perwerdeyek sê rojan bûm. Piştî perwerdeyê qala lingê aborî yê neteweya demokratîk dikirin û ez derbasî wê qadê bûm û li ser kooperatîfên jin disekiniyam. Paşê min xwe pêşniyar kir ku es derbasî MSD’ê bibim. Piştî wê lawikê min a din şehîd ket ez demek şûnde derbasî Meclîsa Malbatên Şehîdan bûm heta niha jî li wir ji bo dayik, zarok, jin û malbatên şehîdan kar dikim.”

Soza ji bo şoreşgeran...

Cewahîr Osman herî dawî soza şopandina riya pakrewanan da û wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim vê hesta xwe jî vebêjim ku daxwaza min a herî pîroz ew e her kes Rêveberiya Xweser qebûl bike û statuya wê bidinê. Keda ku şehîdên me ji bo van rojan dane encamên wê çi dibin bila bibin qezenckirina statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Heta niha jî êrîş û plan li ser me hene. Di şexsê Rêbertî de êrîşek mezin li ser gelê me heye. Mafê Rêber Apo binpê dikin. Daxwaza me ew e ku em bi Rêber Apo re tama şoreşa xwe bigrin. Em jî dixwazin bêhne azad bi Rêber Apo re bigrin. Weke dayika du şehîdan û şervanekî ez ê her dem li pey doza zarokên xwe bim.”