RSF’ê nêzî 600 jinan li Girtîgeha Kore ya li Nyalayê digre
Raporên herêmî, ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF), nêzî 600 jinan ku hinek ji wan bi zarokên xwe re li Girtîgeha Kore ya li Nyalayê digre. Jinan, pirsgirêka xwarin û ava vexwarinê dijîn û bi demên dirêj ên girtinê re rû bi rû dimînin.
Navenda Nûçeyan – Di bin van şert û mercên xirab de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) nêzî 600 jinan ku hinek ji wan bi zarokên xwe re, li Girtîgeha Kore ya li bajarê Nyalayê ya paytexta eyaleta Başûrê Darfûrê ya li Sûdanê digre.
Li gorî daxuyaniya Darfur 24’an ya îro hatiye weşandin, girtî bi şert û mercên ên girtina demdirêj û kêmbûna ava vexwarinê û xwarinê re rû bi rû ne. Karmendekî girtîgehê, ragihand ku hejmara girtiyan zêdetirê 600 kes e.
Tê diyar kirin ku zêdetirê 50 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehê de dijîn û hate ragihandin ku jin ji parêzgehên yên mîna Kordofan, Bakur, Navîn û Başûrê Darfûrê hatine girtin.
Hêzên Piştgiriya Lezgîn, li Girtîgeha Kore ya li Nyalayê ji bo girtina jinan bikartîne, mêr jî bi awayekî demkî tên girtin û sewqî Girtîgeha Daqreesê tên kirin. Jin û zarokên li girtîgehê, hertim di mijara nebûna xizmetên tenduristiyê de gilî dikin.