Rozerîn salek e li nexweşxaneyê ye!
Rozerîn Yildiz a ku hat xwestin ji aliyê cerdevan Ozcan Yildiz ve bê qetilkirin, salek e ji bo jiyanê têdikoşe. Dayik Şukran Atli, got: "Bila cezayê herî giran bigre."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Rozerîn Yildiz a li Hênêya Amedê dijî, di 8'ê Hezîrana 2022'an de ji aliyê nobedar Ozcan Yildiz ê ku li ber hevberdanê bûn ve rastî êrîşa çekdarî hat. Têkoşîna jiyanê ya Rozerîn Yildiz a bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê ev salek e berdewam dike, lêgerîna edaletê ya malbata wê jî didome. Danişîna duyemîn a doza Ozcan Yildizê ku piştî êrîşê hat girtin û der barê wî de bi sûcê "bi zanebûn hewldana kuştina hevjîna xwe" îdianame hat amadekirin dê roja pêncşemê bê dîtin. Ferdên malbatê ku banga xwedîderketina dosyaya daxistina tehrîka neheq tê xwestin kirin, bal kişandin ku Rozerîn salek e nikare çavên xwe veke.
Nobedarê ku her dem tundiyê dikir bi çekê bi giranî birîndar kir!
Rozerîn Yildiz a ku piştî bûyera salek berê qewimî rakirin nexweşxaneyê, fonksiyonên wê yên jiyanî nebaş bûn, hê jî xetera jiyana wê heye. Rozerîn Yildiz ji ber derbeya ji serê xwe girt, bi awayekî girêdayî makîneyê têkoşîna jiyanê dide, bi salan ji aliyê nobedar Ozcan Yildiz ê ku li ber hevberdanê bûn ve rastî tundiyê hat. Rozerîn Yildiz a ku 2 caran çû malên stargehê lê ji ber gefên lê hatin xwarin, neçar ma vegere mala zarokên xwe, di 8'ê Hezîranê de bi çeka nobedar bi giranî birîndar bû.
Rewşa Rozerînê salek e neguheriye!
Ji roja ku bûyer qewimî ve heta îro dayik û bavê Rozerîn her roj tên ber nexweşxaneyê û ji bo dîtina keça xwe li bendê disekinin. Dayika Şukran Atli ya ku ji roja ewil ve banga edaletê dike, dixwaze ku Ozcan Yildiz ê xwest keça wê qetil bike, cezayê girtîgehê yê muebet bigre. Şukran Atli ji bo danişîna ku roja pêncşemê bê dîtin jî bang kir û wiha got: “Ev salek e ez li bendê me ku keça min çavên xwe veke. Lê tiştek neguherî. Ez ji bo 10 deqeyan keça xwe bibînim, her roj têm nexweşxaneyê. Yekane daxwaza min ew ku ev zilam heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de be, da ku vê êşê ev jî bijî. Bila cezayê xwe bikşîne. Bila cezayê herî giran çi wî bidin."
Daxistina tehrîka neheq hatibû xwestin!
Dozgeriyê ku di îdianameya hat amadekirin de, îdiaya reva kiryar Ozcan Yildiz bû sedem ku "ji ber reviyayê nikaribûye kiryara xwe temam bike, sûc di asta hewldanê de maye" kir, diyar kir ku şert û mercên pêkanîna daxistina tehrîka neheq pêk tên. Duyemîn danişîna doza ku yekemîn danişîna wê di 1’ê Kanûna 2022’an de hat dîtin dê roja pêncşemê bê dîtin. Parêzerên dosyayê yên ji bo danişîna ji ber erdhejên 6'ê Sibatê qewîmin hat taloqkirin banga tevlibûnê kirin, gel vexwendin edliyeyê.