Rozerîn Kemanger: Navenda êrîşan Îmrali ye

Berpirsa Pêwendiyên Karên derve ya Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Rozerîn Kemanger bal kişand ser êrişên li ser Kurdistanê, anî ziman ku êriş ji polîtîkayên komplo û tecrîdê ne qût in û got “Navenda êrişan Îmrali ye.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Êrîşên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdîstan û Bkur û Rojhilatê Sûriyeyê berdevam dike. Berpirsa Pêwendiyên Karên derve ya Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Rozerîn Kemanger êrişên dewleta Tirk yê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand. Rozerîn Kemanger bal kişand ser êrişên li ser Kurdistanê, anî ziman ku êriş ji polîtîkayên komplo û tecrîdê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalah tê meşandin ne qût in.

 Rozerîn Kemanger a got “Li ku dera Kurdistanê pêşketinek çêbibe, dewleta Tirk êrîş dike” wiha got, “Rojavayê Kurdistanê niha jî li ser bingeha netewa demokratîk û jiyana bi hev re ya gelen siyasetê dike û bi îradeya gelan dixwaze parçeyên Kurdistanê bi rê ve bibin. Ev jî ji bo dewleta dagirker a Tirk tiştek ku nayê qebulkirin e.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Ocalan belavî hemû civakê bûye’

Rozerîn Kemanger da zanîn ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê ketiye meriyetê. Rozerîn Kemanger got: “Di bingehê de êrîşên dewleta Tirk li ser vê fikir û felsefeyê ne û navenda êrîşan Îmralî  ye. Ji ber wê jî riya çareseriyê ji holêrakirina Kurdan dibîne. Bi êrîşên dewleta Tirk me dît ku jin çawa helwesta xwe nîşan didin û li Rojavayê Kurdistanê pêşengiya şoreşê dikin. Ji ber fikir û felsefeya Rêber Ocalan di nava civakê de belav bûye. Ji ber wê li kîjan parçeyê Kurdistanê ev fikrî hebe dewleta Tirkiye êrîşê wê derê dike.”

‘Heta Rêber Ocalan bi awayeke fizîkî azad nebe Kurdistan azad nabe’

Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku dewleta Tirk têkiliyên xwe li gel dewletên serdest bi hêz kiriye û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Em dibînin dema ku êrîş dike ser parçeyek Kurdistanê rojevek ava dike da ku herkes bi wê rojevê ve mijûl bibe û li pey encamên êrîşan negerin. Divê hewl û têkoşîna niha azadiya fizîkî Rêber Ocalan be, ji bo wê Rêber Ocalan heta bi awayeke fizîkî azad nebe tu beşek yê Kurdistanê azad nabe. Her çend dewleta Tirk êrîşan dijwartir bike, dewletên sermayedar ên cîhanê li hemberî vê yekê bêdeng in. Ev êrîş ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, dewletên NATO’yê her dem çekên kimyewî jê re dişîne û şer dijwartir dike. Gelê Kurd xwe dispêre îradeya xwe û têkoşîna xwe didomîne.”

‘Jin dikarin bibin hêza guherînê’

Rozerîn Kemanger bi bîr xist ku jinan xwe nas kirine û  pêşengiyê ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan re dikin û wiha got: “Ji ber ku em dibînin li Rojavayê Kurdistanê jin di meş û çalakiyan de di refên pêş de cih digrin. Jin dikarin bibin xwedî hêza guherîn û hêviyê ava bikin. Dikarin karek bikin civakê bi rêxistin bikin. Divê xwedî li Kurdistanê derbikevin û ji bo azadiya civakê têbikoşin.” Rozerîn Kemanger a got “Êrîşa li ser parçeyek Kurdistanê tê wê wateyê ku li ser hemû beşên Kurdistanê ye” bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pûçkirina planên dewleta Tirk pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Gelê Başûrê Kurdistanê her dem piştevaniya xwe diyar dike. Divê niha jî xwedî heman helwestê bin û bibin dengê Rojavayê Kurdistanê.”