Rozerîn Çukur li ser gora xwe hate bîranîn

Rozerîn Çukur a 16 salî li navçeya Sûrê di dema qedexeya derketina derve de hate qetilkirin di 8’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Navenda Nûçeyan- Rozerîn Çukur a 16 salî ku di 8'ê Çileya 2016'an de di dema qedexeyên derketina derve yên li Amedê di navbera salên 2015-2016'an de pêk hatin ji aliyê sekvanên artêşa Tirk ve hat qetilkirin, li gundê Herîdan  ê navçeya Pîranê ya Amedê li ser gora xwe hat bîranîn. Endamên malbatê beşdarî bîranîna 8'emîn salvegera qetilkirina Rozerîn Çukur bûn.

Dayik û bavê Rozerîn Çukur, Fahriye Çukur û Mûstafa Çukur çûn ser goristana keça xwe ya li gundê Herîdana ya navçeya Pîranê.

Dayik û bavê Rozerîn Çukur kûlîlkên bi xwe re anîn danîn ser gora keça xwe û dua kirin. Dayik Fahriye Çukur kêla keça xwe hembêz kir û got ku wê keça xwe 8 sal berê şand dibistanê lê belê piştre jê re xebera mirina keça wê hat.

‘Tu çûyî hezar Rozerînên min çêbûn’

Dayik Fahriye Çukur demekî dirêj hestên xwe yên bêrîkirinê vegot û ev tişt anî ziman: “Xeyala keça min ew bû ku bibe bijîşk û xêra wê bigihije gelê wê. Lê belê ew qetil kirin. Ev 8 sale dengê te li mala min kême. Keça min ne ‘terorîst’ bû. Di destê wê de pênûs û lênûs hebûn. Tu şehîda Kurdistanê yî. Rozerîna min, tu çûyî hezar Rozerînên min çêbûn. Ez bi te serbilindim. Ezê hem li vê cîhanê hem jî li cîhana din dev ji doza te bernedim. Bi qasî ku dayika te bijî, dê were ser gora te. Wesiyeta min ewe, dema ez mirim, bila min li kêleka te veşêrin.”