Rotînda Amed: Em bi yekîtiyê dikarin êrîşan têk bibin
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rotînda Amed diyar kir ku ji bo êrîşên ji derve tên bên şikandin, pêwîst e ku yekîtî hebe û got ku "Paşeroj çi erk û berpirsyariyan bide me, amade me tevlî bibim.”

Navenda Nûçeyan – Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê hat lidarxistin. Ji delegeyên kongreyê Rotînda Amed jî di kongreyê de axivî. Rotînda Amed da zanîn ku yekem car e tevlî kongreya PKK’ê dibe û wiha got: “Di şexsê heval Fuat û Riza de me dît ku bedêl dayîna PKK’ê çiqas giran e. Di nava PKK’ê de her hevalek bi rengê xwe heye. Cudabûna hevalên PKK’ê di rengê xwe yê şehadetê derketiye holê.”
‘Her gotina Serokatî ji bo me perspektîf e’
Rotînda Amed anî ziman ku her tim ji bo wan bûne pêşeng, wan jî soza xwe li beramberî wan nû kiriye û wiha pê de çû: “Car din ez bejna xwe li ber şehîdên xeta Apoheziyê ditewînim. Wekî ku hevalan jî gotin, her gotina Serokatî ji bo me perspektîf û talîmat e. Serok rûpelek ku tenê ji bo silav bide me, nivîsandibû. Yanê hezkirin, bêrîkirin û wate dayîna jinê… Erkê herî mezin jî ev da pêşiya me, divê ji bo mijara rexne û rexnedayînê hevalên me pêşengiyê bikin.”
‘Yekîtiya xurt dikare êrîşên ji derve tên têk bibe’
Rotînda Amed li ser girîngiya yekîtiyê jî rawestiya û diyar kir ku ew bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bajarbûnê hesiyaye. Rotînda Amed wiha got: “Dema min şîroveyên Rêbertî yên li ser Gilgamêş û Enkîdu bihîst, min got bajarbûyîn di mirovan de koletiyê dijwar dike. Eger em yekîtiyek xurt çêkin, bê guman em dikarin êrîşên ji derve têk bibin. Ez xwe amade dibînim ku di paşerojê de çi erk û berpirsyarî hebe, ez ê bê fikar tevbigerim. Ji hemû hevalan re serketinê dixwazim."