Roqia Stanekzai ya Afganî: Perwerde jinan ji tariyê xelas dike

Roqia Stanekzai ya bajarê Logar a Afganistanê dijî, da zanîn ku destûr nayê dayîn ku perwerdeya xwe berdewam dike û got: “Min pir ji xwendinê hez kir, lê di nivê de ma. Perwerde jinan ji tariyê xelas dike.”

BAHARİN LEHİB

Kabil - Li Afganistanê ku zêdetirê 40 salanê jiyana civakî û pergala civakî bi rêgezên olî tên guncandin, aîdê jinan çi heye çi nîne tune tê hesibandin. Kabul nayê paşguh kirin. Bi dest xistina Talîbanê ya rêveberiya welat, polîtîkayên dijmin ên jinan ya heyî jî bi zêdebûnê berdewam dike. Ji perwerdehiya heta jiyana xebatê, ji jiyana civakî heta siyasetê, jin ji hemû qadan hatin durxistin. Jinên Afganistanê jî, li dijî polîtîkayên dijmîna jinan ya Talîbanê mirinê berçavan digrin û berxwedana xwe didomînin.

'Destûr nehat dayîn ku perwerdeya xwe berdewam bikim’

Bajarê Logar a li başûrê welat cih digre, bajarek nêzîkî paytexta welat e. Li bajêrê ku pergala feodal serdest e, gel bi gelemperî bi çandinî û xwedîkirina ajalan mijûl dibin. Roqia Stanekzai ya destnîşan kir ku jin ji ber pergala feodal gelek pirsgirêk dijî û wiha got: “Min li Pakistanê xwend û piştî zewacê hatim Logarê. Li vir destûr nehat dayîn ku perwerdeya xwe berdewam bikim.”

'Dema min dixwend pir kêfxweş bûm’

Roqia Stanekzai dest nîşan kir ku li welatên wek Afganistan perwerde dîtina jinan asayî nayê pêşwazî kirin û wiha axivî: “40 salîn welatê me ji aliyê îktidara mêr ve ber bi hilweşandin û cehaletê hat birin. Min ji xwendinê hez kir, lê di nîvî de ma. Dema min dixwend pir pir kêfxweş bûm. Jiyan ji min re hêsan û bi hêvî bû. Ez bi hişmendî rehet bûm û ez bi xwe serbilind bûm. Perwerde di warê pêşkeftina civakan de girîng e. Ji ber ku perwerde jinan ji tariyê xelas dike! "