Ronak Mecîd: Bê dengî rê li komkujiyan vedike

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd ya li ser êrişên dewleta Tirk ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî bal kişand bêdengiya di qada navnetewî de û got, “Bê dengiya li dijî êrişên dewleta Tirk rê li komkujiyan vedike.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Dewleta Tirk bi nêzbûna 9’ê Cotmehê roja komploya navneteweyî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşên xwe li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye. Li Başûrê Kurdistanê mizgefta wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî Mexmûr bombaran kir, di encama vê bombabaranê de jinek û du zarok birîndar bûn û ziyan gihîşt bi dehan malên derdor. Li Rojavayê Kurdistanê jî navçeyên xizmetguzariyê weke av, îstasyonên kehrebê, benzînxane û kampan bombebaran kirin ku di encamê de bi dehan sîvîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Êrîşa ku di 4’ê Cotmehê ve destpêkir hîn jî berdewam dike.

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Ronak Mecîd diyarkir ku dewleta Tirk tu caran êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne rawestandiye û got: “Êrîşên dewleta Tirk berdewam dike, ev êrîş her ku diçe dijwartir dibe. Berxwedan û helwesta gel jî zêdetir dibe. Dema ku dewleta Tirk dibînin gelê Başûr û Rojavayê Kurdistanê berbi pêşve diçin, bi awayek cûda êrîşî ser gelê Kurd dike.”

‘Dewleta tirk binsaziyên aborî dike hedef’

Ronak Mecîd da zanîn ku piştî ku planên dewleta tirk ên li ser Kerkuk têkçû xwest nakokiyekê li Başûrê Kurdistanê çêbike û wiha dom kir: “Ji ber wê niha êrîş dijwartir kiriye. Bi heman awayî li Rojavayê Kurdistanê heman kar dike, ji bo her plana ku têkçûyî planek din dixe dewrê. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşî ser binesaziyên aborî dikin. Lê belê Rojavayê Kurdistan ew hêza wê heye ku pêşî li hemû êrîş û dagirkeriyê bigre.”

Banga yekîtiyê

Ronak Mecîd destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser Başûr ji ber bêndengiya hinek aliyê siyasî ye û got: “Ev êrîş û bê helwestiyên aliyên siyasî, nebûye sedem ku gel jî bêdeng bibe. Bê guman bi yekitiyê em ê bikarin li beramberî hemû êrîş û dagirkeriyê rawestin. Di asta van êrîşên li Rojava û Başûrê Kurdistanê de dewletên serdest bêdeng in. Ji ber Tirkiye endamê NATO ye û ew jî piştgirya Tirkiye dikin. Ji ber berjewendiyên xwe ên stratejik ên li herêmê xwe bêdeng dikin û rê li ber komkujiyan vedikin û bandora xirab li ser helwesta xelkê li beramberî ew rêxsitinên ku dibêjin em mafê mirovan di parêzin dike.”

‘Li beramberî êrîşan divê jin yek helwest bin’

Ronak Mecîd bi vê pêyamê dawî li axaftina xwe anî: “Herî zêde jin û zarok ji van êrîşan zererê dibîne, ji ber ew hertim tên qetilkirin. Ji ber wê divê jin li beramberî her êrîşekê yek deng û yek helwest bin daku êdî rastî êrîş û komkujiyan neyên.”