Ronahiya mala Parvaneh Eskandarî hê jî vêketiye!
Siyasetmedar û aktîvîst Pervaneh Eskandarî ku di sala 1998’an de li Îranê rastî cinayeta zincîrî kiri hatibû, ji ber karê xwe gelek caran hate binçavkirin û girtin. Parvaneh Eskandarî û hevjînê wê Dariûş Forûhar di salvegera qetilkirina xwe de li mala xwe bi pêxistina agir û çirayan hatin bîranîn.
Navenda Nûçeyan- Li Îranê di navbera salên 1988-1998’an de kuştin û windakirina rewşenbirên muhalîf yên Îranî, ji ber ku ji aliyê berpirsên navxweyî yên hikûmeta Îranê ve hatine kirin û bi hev ve girêdayî ne, weke “cinayetên zincîrî” hat binavkirin.
Pervaneh Eskandarî û hevjînê wê Dariûş Forouhar, Abdul Rahman Ghassemlou, Fereydûn Farrokhzad, Şapoûr Bahtiyar jî di nav de zêdetirî 80 nivîskar, wergervan, helbestvan, çalakvanên siyasî û welatiyên herêmê, bûn qurbaniyên cinayetên zincirî. Keça Parvaneh Eskandarî û Dariush Forouhar, Parasto Forouhar ya li Elmanyayê dijî di mala ku komkujî pêk hat de windahiyên xwe bi bîr anî.
"Em ê bênavber li edaletê bigerin"
Parasto Forouhar da zanîn ku ew hê jî daxwaza edaletê dikin û dixwazin berpirsyarên qetlîamê bên darizandin û got, "Ji bo edalet pêk were û cihê xwe bibîne, em ê bênavber xebatên xwe bidomînin." Parasto diyar kir ku îsal ji ber pandemiyê hewl danê çalakiya bibîranînê hin tengtir bigrin, lê tevî vê yekê ew bi beşdarbûna xurt kêfxweş e.
Beşdarvanan ji bo kesên ku hatine qetilkirin agir û çira pêxistin, dua û helbestên Parvaneh Eskandarî hat xwendin.