Rola jinan di hilbijartinên Filistînê yên pêşerojê de dê çawa be?
Rojnamevan Jîvara Taha da zanîn ku ji ber nebûna ewlehî û aramiyê, axaftina li ser hilbijartinên li Xezayê zû ye. Jîvara tekez dike ku jinan bedel dane lê hebûna wan di cihên biryardayînê de hê jî sînordar e.
REFÎF ISLÎM
Filistîn – Li gorî fermana ku ji aliyê Serok Mehmûd Ebas ve hatiye dayîn, Filistîn niha amadekariyan dike ku di çaryeka yekem a sala 2027'an de hilbijartinên meclîsê û piştre hilbijartinên serokatiyê li dar bixe. Komîsyona Hilbijartinên Navendî li ser pêkanîna amadekariyên pêwîst ên îdarî û teknîkî dixebite. Lê pirsa herî girîng ev e: Jin dê di vê pêvajoyê de çi rol bilîzin û dê çi sûdê bigrin?
Rojnamevan û analîsta siyasî Jîvara Taha der barê vê yekê de dibêje ku nelojîk e di vê demê de li Zîvala Xezayê hilbijartin werin ragihandin. 20 sal in hatiye terikandin û rastî êrîşeke wêranker hatiye.
Kêmbûna aramiyê û xirabkirina êşa nifûsê
Jîvara Taha bal kişand ku niha piraniya xelkê Zîvala Xazayê li Filistînê bêmal mane û di germa havînê û sermaya zivistana tê de di bin konên peritandî de dimînin û wiha dibêje: “Em ê çawa ji van kesan re bibêjin ku divê hûn herin û dengê xwe bidin û ew kesayetên ku bibin namzed kî ne? Ya herî girîng li gorî rewşa heyî çi dikare were pêşkêşkirin? Dê hemwelatî biçin ku li dengê xwe bidin? Dibistanên ku cihên dengdanê e, niha mirovên koçber li wan dijîn û cihê vala di wan de nemaye.”
'Hilbijartin tevî girîng in jî divê ji geşedanan cuda neyên destgirtin'
Jîvara Taha destnîşan kir ku hilbijartinên Filistînê tevî girîngiya xwe, ji geşedanên ku qada Filistînê ji sala 2004'an vir ve dîtiye nayê veqetandin û got: "Hêzên Filistînê hene ku hê jî li derveyî çarçoveya Rêxistina Rizgariya Filistînê ne." Jîvara xebata rêxistinê ya ‘li hemberî Zîvala Xazayê’ rexne kir.
Jîvara Taha got ku hilbijartinên berê pêk hatine xaleke girîng piştrast dikin, ew jî ew e ku xelkê Xezayê deng nade lê belê di navbera tiştên heyî de hildibijêrin û dibe ku biryara serkeftina lîsteyan pêşwext were dayîn. Her wiha da zanîn ku divê behsa hilbijartinên di sala 2006'an de pêk hatin û yên ku piştî wan di warê kuştin, şewitandina malan û koçberkirina gelek malbatan de hatin kirin, were kirin.
Jin bedel didin û li derveyî cihên biryardayînê dimînin
Jîvara Taha diyar kir ku jin di van hilbijartinan de rolek nagirin, tevî ku wan bi sebir û berxwedana xwe di bîst salên borî de êşên herî giran kişandine. Jîvara got ku jinên li Rojhilata Navîn bi gelemperî mafên xwe bi dest nexistine û ev yek bi taybetî li Zîvala Xezayê berbiçav e.
Jîvara Taha da zanîn ku hemû biryarên navneteweyî pêwîstiya parastina jinan û alîkariya wan ji bo bidestxistina mafên xwe destnîşan dikin lê nayên pêkanîn. Jîvara tekez kir ku qonaxa heyî li Zîvala Xezayê divê ji hêla jinan ve were birêvebirin. Her wiha got ku ji ber ew dikarin ji rojhilat ber bi rojava ve ji nava kavilan ji nû ve jiyanê ava bikin û civakê rakin ser lingan. Jîvara got: "Jin dikarin bi van hemû rewşan re mijûl bibin, ji ber ku niha ji bo vegerandina hevsengiya psîkolojîk û rûmeta ku di dema koçberiya xwe de winda kirine, hewceyên serdemeke aramî û aştiyê ne."
Jin piştî hilbijartinê jî piştevaniyê nabînin
Jîvara bilêv kir ku jinên Filistînî di nebûna şer û lidarxistina hilbijartinan de jî di bidestxistina destkeftiyên li gorî rola xwe de, zehmetiyan dikşînin û wiha bi dawî kir: "Tiştên ku piştî 7'ê Cotmehê qewimîn daxwazên jinan lezgîntir kirin. Jin dê piştgiriyek rastîn nebînin lê dê neçar bimînin xwe bispêrin xwe, dûrî bernameyên hilbijartinê û sozên derew bimînin.”