Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê cezayê dervekirinê şermezar kirin
Jinên rojnamevan ên Başûrê Kurdistanê biryara darvekirian Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî şermezarkirin û gotin: “Em bang li hemû jinên rojnamevan û azadîxwaz dikin ku li dijî vê cezayê rawestin.”
Navenda Nûçeyan – Jinên rojnamevan ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî biryara cezayê darvekirinê ya Îranê li çalakvan Şerîfe Mihemedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî birî, şermezar kir.
Jinên rojnamevan di daxuyaniya parvekirin de diyarkirin ku rejîma Îranê di 23’ê tîrmehê de li Pexşan Ezîzî, di 4’ê tîrmehê de jî li Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê birî û ev metirsî li ser çalakvana azadiyê Werîşe Muradî jî heye û bang li hemû jinên rojnamevan û azadîxwaz kirin ku li dijî vê cezayê rawestin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî pêşengên sedsala 21’an ya sedsala jinên tê nasîne. Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ serhildanek dîrokî bû ku hêza têkoşîna jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raxistin ber çavan. Rejîma Îran ku hebûna xwe li ser çewisandina gel, kuşti, girtin û darvekirina çalakvan, jîngehparêz, jin û hemû têkoşerên civakê berdewam dike. Îrade û têkoşîna jinan ya şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo rejîmê bû metirsî. Li hemberî vê îradeyê, rejîma Îran tewanên xwe zêde kir û bi girtina jinan, îşkence û cezayê darvekirinê xwest serhildana gel û jinan bêdeng bike. Bi dehan ciwanên têkoşer û jinên pêşeng girtîne û cezayê darvekirinê lê birine. Êrîş bi taybet li dijî jinên rojnamevan bû. Li gor rojnamevanên bêsînor, Îran yek ji welatên herî zêde darvekirinê tê de encam dide ye.
Weke jinên rojnamevanên dengê azadiyê li Başûrê Kurdistanê, em van têkoşerên di sedsala 21’an de pêşengên têkoşîna jinan dinirxînin û li her derê cîhanê piştgiriyê didin têkoşîna jinan. Em di wê baweriyê de ne ku jinên Kurd ên rojnamevan û têkoşer pêşengiya têkoşîna azadiyê ya cîhanê dikin û çar parçeyên Kurdistanê kirine navenda têkoşîna li dijî hemû êrişên nîjadperest ên dewletên faşîst, dîktator û mêtinger ên li ser jinê.
Em vê biryara darvekirina her du çalakvanan şermezar dikin. Em li hemû jinên rojnamevan û azadîxwaz ên Başûrê Kurdistanê dikin ku bibin dengê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û li dijî vê cezayê ku têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sînordar dike rawestin. Ji ber ku di dema bê de li dijî jinên li Başûrê Kurdistanê ku heman polîtîkaya li dijî jinê tê meşandin, wê bibe metirsî.”
Navên rojnamevanên ku îmzaya xwe avêtin wiha ne:
Sirwa Nergis – Rojnamevan
Sozyar Elî – Rojnameger
Raz Ehmed – Rojnamevan
Berîvan Şaho – Rojnameger
Hêlîn Reşîd- Rojnameger
Hana Saman- Rojnameger
Bêgerd Xelîfzade
Nermîn Husên Ehmed – Rojnamevan
Jiyan San – Ragihandin
Hawjin Şiwane – Rojnamevan
Avan Nadir – Rojnamevan
Rojan Ebûbekir – Rojnamevan
Hawar Mohammed – Rojnamevan
Binayî Ezedîn – Rojnamevan
Jina – Rojnamevan
Binayî Îbrahîm – Rojnameger
Şoxan Mîrza- Rojnameger
Behre Omer – Rojnameger
Şayî Aram – Rojnameger
Dêrîn Rehîm – Nûçegihan
Bêxal Qadir – Rojnamevan
Hêşo Şiwane – Rojnamevan
Tewar Pêncwênî – Rojnamevan
Şen Sediq – Rojnamevan
Feyrûz Mihemed Îsmaîl – Rojnameger
Sinur Rahman – Rojnamevan
Awaz Zeyud Mohammed – Rojnamevan
Avesta Lawlaw – Rojnamevan
Sakar Îsmaîl – Rojnameger
Şînyar Bayiz – Nûçegihan
Hêlîn Ehmed – Nûçegihan
Lave Kurde – Rojnamevan