Rojnemevana Îraqî bi podcastên xwe dibe dengê jinan
Rojnamevana Îraqî Menar El-Zûbêdî bi rêya platforma "El-Menar News" û podcasta "Ez Azad im" piştgiriya jinan dike. Menar dibêje: "Hewl didim bibim dengê jinên Îraqê. Jin dikarin li hember tengasiyan xwedî îrade û biryar bin."
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-almadt-jpga29377-image.jpg)
RECA HEMÎD REŞÎD
Îraq – Rojnemevan Menar El-Zûbêdî bi avakirina platforma "El-Menar News" ku yekemîn ajansa nûçeyan a bi pêşengtiya jinên li Îraqê ye, modelek nû ji ragihandina xwecihî re pêşkêş dike. Gotiye ev ne bes e û li kêleka wê, dest bi Podcastê jî kiriye da ku bikaribe dengê jinên Îraqê ragihîne û rola jinan bipêş bixe.
'Ajansa "El-Menar News" dibe dengê jinên Îraqî'
Der barê armanca avakirina vê platformê de rojnemavana Îraqî Menar El-Zûbêdî agahî da ajansa me. Menar got ji ber ku feraseta bavsalarî li ser cîhên biryardayînê yên saziyên ragihandinê serwer e, bi komek jin re biryar daye ku platformek bi navê "El-Menar News" ava bike û jin pêşengtiya wê bikin. Menar diyar kir ku di vê platformê de ji rêveberiyê bigire heya xebatkar û rojnemevanan, hemû jin in û wiha got: “Ev jî destkeftiyeke rojnemevanên Îraqê ye. Bi taybetî li herêmên navîn û başûrê welêt."
'Tevî astengiyan min destkeftî bi dest xistin'
Menar El-Zûbêdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kêşe û astengiyên ku di xebatê de lê rast hatine û wiha got: “Platforma me di sala 2014'an de dest bi xebatên xwe kir. Bi avakirina wê re em bi gelek kêşe û astengiyan re rûbirû diman. Me gelek zehmetî ji aliyê saziyên ragihandinê yên ku mêr tê de serwer in, dîtin. Her wiha me zehmetî di qeydkirina fermî ya platformê de ji bo misogerkirina mafên xebatkarên jin dîtin.” Menar destnîşan kir ku platform balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan û wiha pêl da axaftina xwe: “Platform tevî astengî û zehmetiyan jî, di qadên siyasî, civakî û aborî de bûye sedema pêşxistina xebatên jinan. Me bi îrade û hêza xwe hebûna xwe di vê qadê de nîşan da û platforma ‘El-Menar News’ bû yek ji çavdêriyên nûçeyan ên herî girîng di herêmê de.”
'Podcasta "Ez Azad im" ji bo nîşandana rastiya jinan e'
Menar El-Zûbêdî bal kişand ser projeya xwe ya duyem a di qada ragihandinê de û wiha pê de çû: “Ji bo ku zêdetir bikaribim dengê jinan ragihînim û bi vê yekê çareseriyê ji pirsgirêkên jinan re bibînim, min di sala 2021'an de platformek Podcastê bi navê "Ez Azad im" vekir. Polîtîkaya weşana me jî ew e ku ev platform bikaribe dengê hemû jinan ji pêkhate û mezhebên cuda bigihîne cîhanê û piştgiriyê bide dengê jinan. Jin bi gelek kêşe û tengasiyan re rûbirû dimînin ku nikarin pirsgirêk û destkeftiyên xwe bi dîmen ango wêne vebêjin. Ji ber vê yekê platforma "Ez Azad im" hat avakirin. Pirsgirêkên ku herî zêd balê dikşînin ser zewaca di temenê biçûk de û tundiya ku jin pê re rûbirû dimînin. Gelek jin dixwazin di vê platformê de cîh bigirin û nêrînên xwe bi awayek azad bînin ziman û tevbigerin."
Piştgiriya bi jinan re
Menar El-Zûbêdî qala pêngava xwe ya "Çîngene jî mirov in" a ji bo jinên ku bi taybetî li gundewaran dijîn û hatine paşguhkirin, kir. Menar wiha axivî: "Ev kampanya di encama bêedaletiya civakê û xemsariya desthilatdarên herêmî û federalî ku zarokên li gundê Zehret El-Gacar a parêzgeha Dîwaniyeyê rastî wan tên, hatiye destpêkiririn. Her wiha rêxistinên navnetewî jî ji berpirsiyariyên xwe yên civakî li hember piştgirî û alîkariya van koman jî direvin. Ji ber vê yekê ev kampanya hat lidarxistin. Gelek jin û çalakvan jî beşdarî vê kampanyayê bûn. Me karîbû benda paşverû li hember van koman bişkînin û me destkeftiyên mezin bidest xist. Ev hemle gelek girîng e, ji ber ku ev kom gelek lawaz in û divê piştgiriya wan bê kirin. Heya niha ev kampanya didome. Bi alîkarî û destekdayîna hin cîhên pêwendîdar re, me karîbû dibistanek ji zarokan re vekin. Nasnameya wan hat çêkirin. Me tora avê jî gihand gund. Li kêleka wê navendek tenduristiyê vekir û pêdîviyên wan ên girîng bi cîh anî."
'Jinên xwedî îrade dikarin li hember tengasiyan rabin'
Menar behsa nûnertî û rola jinê ya di nava qada ragihandinê de kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tevî hebûna rola girîng a jinan di ragihandinê de jî, pirsgirêk û dozên jinan nehatine çareserkirin. Ji ber vê yekê divê kedek mezin bê dayîn ku em bikaribin dengê jinê ragihînin. Jin di qadên ragihandin û çepemeniyê de bi astengiyan re rûbirû nin. Jin mîna amûrekê di ragihandinê de tên bikaranîn. Bi feraset û fikrê mêrê serdest xebatên xwe dimeşand. Jin di fikir û ramanên xwe de di qada raghandinê de li Îraqê ne azad bûn. Her wiha tu kes an çavdêrî pê re nedibû alîkar ku agahiyên xwe kom bike. Ji ber vê yekê divê jin kesayeta xwe xurtir bike û bipêş bixe. Ji bo ku li hember tengasî û astengiyan xwedî îrade û biryar be."