Rojnemevan Dicle Ehmed: Li dijî êrişan wê kamereya me venemire

Rojnemevan Dicle Ehmed bal kişand êrişên li dijî rojnamegeran û got: “Rojnemevanên ku erka teyisandina şoreşê û belgekirina tunekirina gelê xwe girtin ser xwe, sînoran nas nakin. Emê bi pênûs û kamereyên rêhevalên xwe şoreşê bigihînin serkeftinê.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Raghandin ku di asta cîhanê de weke hêza 4’emîn dihatin pênasekirin, di vê demê de weke hêza yekemîn tê destgirtin. Lewra jî em dibînin hemû hêzên heyî bi riya raghandinê hewil didin pirojeyên xwe bînin cih. Bi taybet jî dewleta tirk heman rêbazê bikar tîne û heta bi armancgirtina rojnemevanên Kurd jî dixweze planên xwe veşêre.

Dewleta tirk li rex armancgirtina pêşengên gelê Kurd li Bakûr, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat, ev demeke dirêj e ku êrîşeke dijwar li ser rojnemevan û dezgehên raghandinê jî pêk tîne. Rojnemevanên ku ji bo belgekirina êrîşên qirkirin û dagirkeriyê dixebitin, dibin hedefa bombebaran, binçavkirin û işkenceyê. Bi taybet jî a niha ev yek li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn ku rojnemevanên dagirkerî û îxaneta heyî eşkere dikin, rû bi rû yê êrîşan tên.

Rojnemevan Dicle Ehmed êrîşên li ser raghandin pêk tên nirxand û di heman demê de helwesta xwe anî ziman.

‘Kurd bûne parçeyek ji veguhertinên li cîhanê çêdibin’

Dicle Ehmed axaftina xwe bi nirxandina rewşa cîhanê û gelê Kurd destpê kir: “Ger mirov bala xwe bide pêvajoyê emê bibînin ku cîhan di warên siyasî, civakî, dîplomasî û leşkerî de dikele. Em jî weke Kurd cihê xwe di nav de digirin ku Kurdistanê di êrîşên qirkirinê re derbas dibe û ev jî ji aliyê hêzên hegemon ku berjewendiyên wan di tunekirina Kurdan de hene, xwe dide der. Di vê mijarê de dewleta tirk bûye alava bicihanîna pilan û komployên van hêzan. Êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj e, lê bi taybet di vê qonaxê de ez dikarim teqez bikim ku rewşa Kurdan cuda ye. Di roja îro de em xwedî şoreşeke wiha ne ku xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo û bi saya wê me 12 salên şoreşê tijî kir. Di bingeh de qirkirina Kurdan ya di vê sedsalê de, bi komploya li dijî Rêber Apo destpê kir. Raste ew li gel dewleta tirk girtiye, lê pişt perdeya wê de jî ev hêzên ku bîrdoziya Rêber Apo xeter dibînin di qirkirina wê de bi îsrar in. Ji bo vê jî di van 12 salan de, ev hêz her tim siyaseta xwe dane guhertin da ku şoreşê û bîrdoziya wê tesfiya bikin. Rêbazên leşkerî, siyasî, dublomasî û civakî jî bikar tînin. Kurdên bi felesfeya Rêber Apo û şoreşa xwe bawer van êrîşan vala derdixin, lewra jî em dibînin dewleta tirk jî şêwazên xwe dide guhertin ku niha jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.”

‘Di Kurdistan û derveyî welat de jî raghandin di navenda êrîşan de ye’

Dicle Ehemd bal kişand ser kiryar û êrîşên rojnemevanên Kurd pê re rû bi rû dimînin kir: “Weke qada raghandin û çapemeniyê ev xalên ku me anîn ziman, em bi raya giştî re parve dikin û rastiya bûyerên tên jiyîn parve dikin. Bi taybet jî a niha dewleta tirk ku hêza xwe daye dagirkirina Başûrê Kurdistanê, rojnemevanên ku vê dagirkeriyê dişopînin û belge dikin dibin armanca wan. Lewra gelek ekîbên raghandinê tên girtin, her wiha rojnemevan bi işkence û xirabkirina teknîkabikar tînin re rû bi rû dimînin, li Şengalê raste rast xebatkarên raghandinê hatin bombebaran kirin ku di encamê de şehîd û birîndar jî çêbûn û em jibîr nekin ku gelek rojnemevan ji aliyê PDK’ê ve jî hatine revandin û agahî ji wan neyê girtin. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê jî heman êrîş tên jiyankirin ku beriya salekê nûçegîhanê ANHA şehîd ket, her wisa ekîbên Ronahî û Stêrk TV li Kobanê jî ji aliyê dewleta tirk ve hatin bombebaran kirin. Ev kiryar ne tenê li Kurdistanê pêk tên, beriya demekê li Awropa êrîşî navenda Stêrk Tv hat kirin ku bi temamî wêrankirin. Ji xwe salên dirêj e ku ev siyaset li Bakûrê Kurdistanê tê meşandin ku di her gavê de serdagirtina malên rojenevan û binçavkirina wan pêk tê.”

 ‘Li dijî siyaseta bêdengkirinê wê dengê me her tim bilind be’

Rojnemevan Dicle Ehmed berteka xwe bi rengekî zelal wiha anî ziman: “Ger ku şirûveyek ji van kiryaran û êrîşên li ser raghandina me hebe, emê bêjin ku ew ji kamîreya ku rastiya wan belge dike, ji pênûsa ku kiryarên wan dinvîsa û ji dengê ku rûyê wan eşkere dike ditirsin. Di vî warî de em weke raghandin û rojnemevan Kurd sînoran nas nakin. Li kîjan parçeyê Kurdistanê hewil bidin raghandinê bêdeng bikin, emê li perçeyekî din dengê xwe bilind bikin. Çawa ku li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên qirkirinê hene, di heman demê de rojnemevanên ku erka teysandina şoreşê û belgekirina tunekirina gelê xwe girtin ser xwe jî hene. Weke min diyar kir, em sînoran nasnakin û vê dozê bi kamîre û pênûsên rêhevalên xwe yên ji bo heman armancê şehîd ketin didomînin. Şert û merc çi bin û çawa bin jî wê kamîreya me venemere û hibra pênûsa me jî zuha nebe. Lewra emê xebatên mezin û binrix bidin meşandin û bi gelê xwe re şoreşê bighînin serkeftin. Armanca gelê me çi be jî, ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, serxwebûna Kurdistanê û azadiya civakê jî emê gav bi gav bi gel re bin û mohra xwe li serkeftinê bixin.”