‘Pêwîste rojnamevanên di girtîgehên PDK’ê de bên berdan’

Desteya Ragihandinê ya Tevgera Azadî diyar kir ku rojnameya Kurdistanê ji bo rojnamegeriya Kurdî destpêkek giring bû, bang kir ku divê di demek ji ya din zûtir de rojnamevanên di girtîgehên PDK’ê de girtîne werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Desteya Ragihandinê ya Tevgera Azadî bi boneya 126’emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:

“Rojnameya Kurdistan ji bo rojnamegeriya Kurdî destpêkek girîng bû. Ji ber hişmendiya serwer a ku li Herêma Kurdistanê serdest e, ji destpêka avabûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi dehan rojnamevan, nivîskar û kesayet ji ber fikir, nivîs û rexneyên xwe hatine girtin, terorkirin û windakirin. Heta niha jî kujerên rojnamevan Soran Mame Heme, Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî, Wedat Hisên û rojnamevanên din nehatine dadgehkirin û cezayê xwe negirtine. Divê di zûtirîn demê de rojnamegerên ku di girtîgehên PDK’ê de girtî ne werin berdan.”