‘Rojnameya 8’ê Adarê’ ji bo jinên Mexribê bû destkeftiyek girîng

Endama Yekitiya Çalakiyên jinan Saeeda Al-Wadî diyar kir ku rojnameya 8’ê Adarê ku di sala 1983’an de dest bi weşanê kir, di têkoşîna maf a jinên Mexribê de destkeftiyek girîng e û da zanîn ku bi rojnameyê dîwarên bêdengiyê hatine hilweşandin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Rojnameya 8’ê Adarê li Mexribê di dîroka rojnamevaniya jinan de wek xala werçerxê tê zanîn, di Mijdara sala 1983’an de ji aliyê Yekitiya Çalakiya Jinan ve bi dirûşma ‘Ji bo tevgera jinan a pêşxistina girseyî û demokratîk’ dest bi weşanê kir. Rojnameya ku hefteyê carekê dihat weşandin, bal kişand ser pirsgirêkên jinan ku çavkaniya xwe ji sîstema mêr digrin û sûd dida ku jin parastina mafên xwe bikin. Endama Yekitiya Çalakiyên Jinan Saeeda Al-Wadî der barê rojnameya jinan de ji ajansa me re axivî.

‘Ji bo rojnameyê hewldanên gelek jinan çêbûn’

Saeeda Al-Wadî diyar kir ku di derxistina rojnameyê de hewldanên girîng ên gelek jinan çêbûne û wiha got: “Ji bo  amadekariyên rojnameyê, edîtoriya meqaleyan û karên din gelek jin hatin erkdarkirin. Jinên ku ji bajarên dûr hatin Rabatê, bi awayekî periyodîk mehê carekê civînên xwe li dar xistin. Dema derxistina rojnameyê ji çapxaneya rojnameya Anwal derket, ji ber dahata madî ya rojnameyê têra derxistin û belavkirinê nedikir, şert û mercên xebatê asan nebûn. Li Mexribê Rêxistina Tevgera Gel a Demokratîk ji bo mafên jinan têkoşiya, hêvî da piranî çepgirên nû hatin. Ev jî bo sedem ku rojname bi lez di bazarê de kêm bibe, berdevkbûna jinên ku hatine biçûkxistin û cudakirin, li gorî yên din hê zêdetir daxwaz li ser hebe.”

‘Rojname gihîşt bajar û gundan’

Saeeda Al-Wadî destnîşan kir ku li Mexribê di dîroka rojnamevanên jin de, rojnameya 8’ê Adarê kevirekî kilometreyê ye û li bajar û gundan gihîştiye tîrajek berfireh û got: “Di navbera jinên bajar û çolwar de pirek hat avakirin. Rojnameyê êş û dengê jinan ragihand. Di heman demê de daxwaz û pirsgirêkên bingehîn û rewa yên jinan nasand. Rojnameyê hemû sînor û astengî derbas kir û di nava jinan û tevahî civakê de belav bû. Jin ji nivîs, belavkirin, ji organîzasyonê heta gelek karên din di gelek waran de bênavber xebitîn. Bi rojnameyê re bêdengiya li jinan hatiye ferzkirin xira bû. Rojname gihîşt bajar û gundan. Jin ji bo têkoşîn û nûbûna li Mexribê di têkoşîna mafên jinan de bibînin bê sebir diman li benda hejmara nû ya rojnameyê. Rojname ji derveyî zilma li jinan tê kirin gelek tabûyan jî şikand holê û dizanibû dîwarê bêdengiyê yê li dora mijarê hilweşîne.”

‘Ji bo guherîna zîhniyeta mêr pirsgirêkên civakî hatin destgirtin’

Saeeda Al-Wadî îşaret bi wê yekê kir ku tevî kêmaniya navend û çavkaniyan rojnamevanên jin weke dilxwaz nûçe, mekale û nivîkariya koşe sererast bikin û bal kişand ku di wê demê de hişmendiya ku tevgera jinan derxistî holê di anîna ziman de kenalek ku derketî pêş bû û ev tişt got: “Hê di asta destpêkê de, jinan derbarê mafê aborî, civakî û siyasî de nivîs nivîsandin. Ji bo guherîna zîhnyeta mêr pirsgirêkên civakî girtin dest. Daxwaza guherîna mijarên weke parastin û statuya kesî kirin.”

Careke din bi formata dîjîtal tê derxistin

Saeeda Al-Wadî amaje bi wê yekê kir ku Rojnameya 8’ê Adarê ji ber sedemên madî, di sala 1995’an de dawî li jiyana xwe ya weşanê aniye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê têkoşîna jinan heta roja me ya îro berdewam kir. Destkeftiyên ku Yekitiya Çalakiya Jinan bi dest xistiye gihîştin asteke girîng. Di civîna dawî ya ji aliyê yekîneyê ve hat lidarxistin de rojnameya 8’ê Adarê rastiya rojane ya medyayê bi awayê ku bersiv bide daxwazên jinan bi awayekî profesyonel biryar da bi formata dîjîtal weşanê berdewam bike. Rojnameya 8’ê Adarê, li gelemperî Mexribê, hemû bazar û şaxên ku Yekîneya Çalakiya Jinan ava kiriye anîn ba hev, encama xebatek baldar a hemû welat bigre nava xwe ye. Rojnameya ku jinan û mafên wan diparêze, di hejmarek zêde de xwe gihand jinan, teşwîqkirina guherîna zagonên ne adilane kir û ji bo jiholêrakirina bêedaletiyê û dengê jinan li gelemperî Mexribê were bihîstin sûd dide.”