Rojnamevanên Lubnanî: Mertal, mîxfer û amblem me naparêze

Rojnamegerên jin ên li Lubnanê ku hewl dan êrîşên Îsraîlê ji cîhanê re ragihînin, gotin ku tu mertal, mîxfer û amblem nikarin wan biparêzin lê ew ê erkên xwe berdewam bikin.

FADYA CUMA

Beyrûd– Amal Xelîl a ku di sala 2006’an de şerê Îsraîl-Hîzbullahê ya 34 roj berdevam kir, ji nêz ve şopand serpêhatiyên xwe bi ajansa me re parve kir. Amal Xelîl a li Başûrê Lubnanê dijî diyar kir ku ruxmê şerê di navbera Îsraîl û Filistînê ya ku 3 meh in berdevam dike ew nefikiriye ku dev ji rojnamegeriyê berde.

‘Ne şer heye ne jî aştî’

Amal Xelîl, di destpêkê axaftina xwe de diyar kir ku sîvîlên di şerê sala 2006’an de hatin qetilkirin gelek in û wiha axivî: “Lê rewşa ku Başûrê Lubnanê ji bo min hîn xetertir e. Wek bend ne şer heye ne jî aştî! Qadên ku Îsraîl bike hedef ne saeta wan diyar e ne jî wextê wê û kes nizane. Komkujiyên ku Îsraîl li dijî sivîlan li bajarê Ayta pêk tîne, hedefgirtin û qetilkirina rojnamevanan nîşan dide ku her riyek dê bibe rêya pevçûnê.”

‘Piştî agirbestê êrîş zêdetir bûn’

Amal Xelîl, bal kişand ku piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê ya 7 rojan êrîşên Îsraîlê hîn zêdetir bûn û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Min û hevpîşeyên xwe merasîma kesek ku li navçeya Aita hat qetilkirin şopand. Êrîş birin ser El Şaab ku em nêzî wê bûn. Di 13’ê Mijdara sala borî de, li bajarê ku ez lê dijiyam, 2 mûşek avêtin karwaneke medyayê ku tê de rojnamevan û wênegirên ajansên nûçeyan ên herêmî, Erebî û navneteweyî hebûn. Em ne leşker in lê Îsraîl ji bo me bitirsîne û ji bo sûcên ku dike em ranegihînin êrîşên xwe li ser rojnamegeran berdevam dike.”

‘Ez di çeperên herî pêş ên şer de me’

Amal Xelîl, diyar kir ruxmê hemû metirsiyan jî erka wê ye ku karê rojnamegeriyê bidomîne û wiha got: “Ji ber ku ez li eniyên şer mam, nayê wê wateyê min bi zanebûn xwe xistibe nava xeterê. Ez li gorî ewlehî, qeyd û bendên qada şer tevdigerim û jiyana tu kesê naxim bin xeterê, jixwe berovajî wê tevgerandin tu kesê nake leheng. Pisporî ew e ku ez xwe di ewlehiyê bibînim da ku bikaribim karê xwe bidomînim û nûçeyên rast ragihînim.”

‘Tu tişt me naparêze’

Rojnameger Rula Farahat a ku li Lubnanê di Televîzyona Elman de dixebite, diyar kir ku wan perwerdeya çêkirina materyalên çapemeniyê dîtiye. Rula Farahat, anî ziman ku ji bo nûçeyên şer amade bike li ser bûyerên dawî raporan amade dike û wiha got: “Destpêkê tirs zêde nebû. Ez xwînsar nêz bûm. Lê zêdebûna tundiyê, di êrîşa Îsraîlê de şehîdbûna hevpîşêyên me wênegirê Reutersê Îsam Ebdullah û berdewamiya hedefgirtina rojnamevanan tirsa me zêdetir kir.”

Rula Farahat, anî ziman ku zarokek wê heye û wiha domand: "Ji ber ku ez dayika zarokeke biçûk im, ev rewş min zêdetir dixe nava fikaran. Di êrîşan de rojnameger û sivîl dibin hedef. Piştî êrîşên berdevam em rojnameger bûn hedef. Me fêm kir ku tu mertal, mîxfer û nîşaneyên çapêmeniyê nikarin me biparêzin."

'Ez ê xebatên xwe bidomînim'

Rula Farahat, di dawî de diyar kir ku ew li gund bi fermana leşkeran tevdigerin û wiha got: “Ji bo demeke dirêj li cihekî nemînin em xebatên xwe zû temam dikin. Rewşa nebaş a gundan û koçberan nîşan da ku divê em xebatên xwe yên ji bo axa xwe bidomînin. Ez ê di çarçoveya şert û mercên ewlehiyê de xebatên xwe berdewam bikim."