Rojnamevanên li Tirkiye: Divê deng were bilindkirin

Rojnamevanên li Tirkiye îfadekirin ku di hedefa desthilata ku xwe li ser şer xwedî dike de hertim rojnamevan heye. Derbarê qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadin de diyarkirin ku ji bo li ser rastiyê neyê girtin îro divê deng were derxistin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye û Kurdistanê jinên ku têkoşîna hebûnê didin û têkoşînê rêxistin dikin dibin hedefa hêzên desthilatdar. Di salên dawî de, hejmarek jin ji bo di pêşengiya têkoşîna jinê de cih girtibûn hatin qetilkirin. Sakine Cansız, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez, Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Yadê Eqîda, Zeyneb Saroxan, Zehra Berkel tenê hin ji wan jinan in ku hatin hedefgirtin û qetilkirinin.

Bi taybet jinên Kurd ji bo derbaskirina sînorên feraseta mêrê serdest di nava têkoşînek mezin de ne. Yek ji van qadên têkoşînê jî rojnamevantî ye. Rojnamevanên jin ku erkê nivîsandina heqîqetê ragihandina hemû cîhanê rakiriye, li dijî êrişan bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîn meşand û dimeşîne. Rojnamevanên ku şahidiyê ji pêvajoya ku civaka Rojhilata Navîn dijî re dike, ji ber van şahidiyan tên qetilkirin, gef li wan tên xwarin yan jî derbarê wan de cezayê darvekirinê tê dayîn. Rojnamevanên li pey heqîqetê diçin, ji ber nûçegihaniya jin û xebatên wan dibin hedefa tundiya sistematîk ya dewletê. Di 23’ê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq ya girêdayî bajarê Silêmanî ya herêma Federe a Kurdistanê, di êrişa SÎHA’yên dewleta Tirk de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetikirin û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

Êrîş ne ya yekem e

Ev êriş ne êrişa yekem bû. Di 4’ê cotmeha 2022’an de endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û Akedmîsyen Nagîhan Akarser li Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Êrişên li dijî rojnamevanan tenê bi Silêmanî re sînordar nema. Di êrişa hewayî ya dewleta Tirk di 20’ê mijdara 2022’an de li Dêrika Bakûr û Rojhilatê Sûriye pêkanî de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Hewarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Di 24’ê tebaxa 2023’an SÎHA yên dewleta Tirk di riya di navbera Qamişlo-Amudê de li dijî wesayîta xebatkarên JIN TV êriş pêk anî. Di êrişê de xebatkarê JIN TV Necmeddîn Feysel Hecî jiyana xwe ji dest da, nûçegihana JIN TV birîndar bû. Cardin di 8’ê tirmeha 2024’an de di êrişa SÎHA yên dewleta Tirk li dijî Şengalê de nûçegihanê Çira TV, Murad Mîrza Îbrahîm jiyana xwe ji dest da. Dema li vê lîsteyê were meyzekirin ev lîste hê dirêjtir dibe.

‘Rojnamevan her di bin gefan de ne’

Rojnamevan Ceren Bayer diyar kir ku hertim di hedefa desthilatê de rojnamevan hene û wiha got: “Hertim di hedefa desthilata ku ji demokrasiyê dûr, xwedî aqlê otorîter, bi şer û pefçûnan xwe xwedî dike de rojnamevan hene. Ji ber desthilat ji bo hêza xwe zordest bike, di nava sînorên welat û ji derve de gavên bi tirs davêje. Ji bo ev gav neyên dîtin çi ji destê wan tê dikin. Ji ber vê hertim rojnamevan di bin gefan dene, tên darizandin, girtin, bê kar tên hêlan, tên qetilkirin. Lê belê tu caran gav şûnde navêjin.”

‘Divê îro deng were derxistin’
Ceren Bayar da zanîn ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn gav şûnde neavêtin, li ser riya heqîqetê meşiyan û wiha got: “Gulistan Tara û Hêro Behadin wisa kirin; dest jê bernedan. Li pey mafê gel yê nûçegirtinê çûn û bûn hedef. Jin û sivîl bûn.” Ceren Bayar di berdewamiya axaftina xwe de zagon û peymanên navnetewî bibîr xist û wiha domamd:

“Helbet hevpîşeyên wê dê pênûsa wê hilgirin. Lê bila neyê jibîrkirin li gora zagonên navnetewî, hedefgirtina rojnamevan di her cûrê pevçûnan de qedexe ye. Ji bo cînayetên din neyên pêkanîn, rojnamevan û sivîlên din neyên qetilkirin û ji bo ser rastiyên neyê girtin, divê îro herkes dengê xwe derbixe.”  

 ‘Divê were îtirazkirin’

Ceren Bayar got: “Di nava sînorên welatek din de, dû rojnamevanên jin ên Kurd, dû sivîl, bi balefirên bê mirov hatin qetilkirin. Divê hem Tirkiye û hem civaka navnetewî li ser meznahiya vê peyvê bi fikirin û îtiraz bikin” Ceren Bayar îşaret bi pirsgirêka Kurd kir û da zanîn ku çareserî ne di oparasyonên derveyî sînor, çek, şer û qetilkirina sivîlan de ye û got: “Berpirsyartiya me ewe ku divê em van rastiyan ji civaka Tirkiye re bibêjin û ji bo avakirina bingehê diyalogê  îsrar bikin.”

‘Ewlehî di bin gefek mezin de ye’

Rojnamevan Candan Yildiz derbarê qetilkirina rojnamevanan de wiha got: “Mafên ku mirovan bi têkoşînek mezin bi dest xistî û ewlehiya hiqûqî di bin gefek mezin de ye… divê rojnamevan dibin ewlehiya hiqûqa navnetewî debin, lê belê niha cîhan di pêvajoyek bê qûral de derbaz dibe. Berûvajî rewşa welatek ku xwedî serdestî li ser xaka xwe xebatkarên çapemeniya Kurd bi bombeyan qetil dike ne gengaz bû, yan jî wê ji rêxistinên mafan û rêxistinên çapemeniya navnetewî dengek bilind derketiba.”

‘Êriş di navbera dewletan de weke parçeyek ya mutabaqatê ye’

Canda Yildiz destnîşan kir ku hemû êrişên li dijî xebatkarên çapemeniyê sûce û wiha got: “Êrişa li ser Silêmanî weke parçeyek ya mutabaqata di navbera dewletan de tê dîtin. Her derbaskirina hiqûqê, roj tê xebatkarên din yên çapemeniyê tên hedefgirtin. Ji ber vê siyaseta li ser nasnekirina hiqûq û tunekirinê tên avakirin ku rojnamevanan bike hedef wê cihan vegerandiya cihek ku hê kêmtir lê were jiyankirin.”