Rojnamevanên jin ên pirsgirêkên koçberan ronî dikin hatin xelatkirin
Li Cezayîrê di pêşbirka ku ji aliyê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ve hat lidarxistin de 3 rojnamevanên jin hatin xelatkirin.

NECWA RAHİM
Cezayîr - Di pêşbirka navneteweyî ya ku bi hevkariya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya bi Interfas Media re hatibû destpêkirin de, 3 rojnamevanên jin ên Cezayîrî hêjayî xelata yekemîntî hatin dîtin. Berpirsa Ragihandin û Têkiliyên Gel ya Înterfas Medîayê Karîma Nekaa, bal kişand ser xebatên rojnamevanên ku duh xelat girtin û wiha got: "Me zêdetirî 40 xebatên rojnamegeriyê yên tevlîhev girt. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, ji ber jêhatîbûn û serkeftinên rojnamevanên jin ên Cezayîrî yên di mijara dest girtina koç û koçberiyê de, ji bo misogerkirina derfetên wekheviyê yên di navbera her du zayendan de, di mijara şansa tevlîbûna rojnamevanên jin de îsrar kir.
Mijarên hatin hilbijartin tiştên hatin jiyîn ronî kir
Karîma Nekaa anî ziman ku baweriya wê bi endamtiya jûriyê ya kesên ku wek rojnamevan Mustafa Ben Faudel, Derhêner Sayed Ahmed Ben Samman, Derhêner Amina Haddad û Wênegir Louisa Ammi ya xwe di warê rojnamegeriyê de xwe îspat kirine heye û wiha got: "Dema rojnamevanan ji ber erkên xwe mijarên koç û koçberiyê digrin dest, kes ji ber kijan sedemê koç kiribe bila bike, di asta ku heqaret li îtîbara wan dike de nûçe çênakin. Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê ya li Cezayîrê jî ji bo teşwîqkirina rojnamevanên jin û mêr ya ji bo ronîkirina şert û mercên ku koçber dijîn, bi hilberandina berhemên herî baş hat.”
Karîma Nekaa da zanîn ku pêşbazan li gorî şert û mercên pêşbirkê hatine hilbijartin û diyar kir ku di beşên "Produksiyona herî baş", "Gotara rojnamevantiyê ya herî baş ", "Wêneya herî baş", "Podcasta herî baş" an jî "bernameya radyoyê” û “Rojnameantiya radyoyê ya herî baş “ de xelat hatin dayîn.
Rojnamevanên jin hêjayî xelatê hatin dîtin
Di beşa "gotara rojnamevantiyê ya herî baş" de Rojnameger Hanaa Manasriya, Derhêner Rîma Karkoban û Rojnameger Suheyla Ben Elî hêjayî xelatê hatin dîtin. Rojnamevan Suheyla Bin Elî kêfxweşî û şanaziya xwe bi sernavê "les chemins errants" bi wergirtina xelata herî baş ya berhemên rojnamevaniyê ya di beşa "bernameya radyoyê ya herî baş" de anî ziman. Rojnameger Suheyla Bein Alî destnîşan kir ku ev xebata wê bandor li ser civak û makaman avakiriye.
Xelata "Vîdyoya Herî Baş" ya Rima Karkoban e
Derhêner û çêker Rima Karkoban ku bi sernavê La vie c'est pas le lait re di kategoriya roportaja “vîdeoya herî baş” de, xelata "çêkera herî baş" wergirt jî, got ku ew pir kêfxweş e ku bûye şahidê komek jinên koçber ên ji Sahra altı Afrika hatine û hêjayî vê xelatê hatiye dîtin.