Rojnamevanên jin ên Mexmûrê: Rojnamevanî ne sûc e

Rojnamevanên jin ên Mexmûrê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê ya li rojnamevan û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û cezayê girtîgehê yê rojnamevan Silêman Ehmed hate birîn şermezar kirin û gotin: “Rojnamevanî ne sûc e.”

Mexmûr – Rojnamevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî biryara darvekirinê yê rêjîma Îranê ya li dijî Rojnamevan û Çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî û cezayê girtîgehê ya 3 salan ê li edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed hate birîn, şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna xebatkarên çapemeniya azad û şeniyên Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê rojnamevan Jiyan Pîran axivî.

‘Cezayê hatiye birîn ne hiqûqî ye’

Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku rojnamevanî ne sûc e û wiha got: “Rojnamevan Silêman Ehmed 281 rojin di girtîgeha PDK’ê de tê girtin û di 29’ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Dihokê ve 3 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Cezayê hatiye birîn ne hiqûqî ye. PDK’ê û dewleta Tirk ji bo têkbirîna hêza rojnamavaniya Kurd di nava liv û tevgerê de ne. Dewleta Tirk li hemû qadên jiyanê êrîşê jin, zarok û tevahî civakê dike. Divê em wek gelê Kurd li dijî vê dagirkerî û êrişan xwedî helwest bin.”

‘Em ê bibin şopdarên heqîqetê’

Jiyan Pîran di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara darvekirina rojnamevan û çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û wiha axivî: “Polîtîkayên li dijî hevpişeyên me tên meşandin derqanûnî ye. Em wek hevpişeyên wan tevahî êrişên li dijî rojnamevan û tevahî gelên Kurd şermezar dikin û soz didin ku em wek rojnamevanên Kurd heta dawiyê li dijî hemû polîtîkayên qirkirinê ya li dijî xwe û gelê xwe bibin şopdarên heqîqetê.”

Jiyan Pîran di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku li dijî polîtîkayên qirkirinê xwedî helwest bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.