Rojnamevanên Jin: Em li ser rêya Sakîne Cansiz dimeşin

Rojnamevanên jin dibêjin li pişt qetilkirina Sara, Rojbûn, Ronahî ku li paytexta Fransa Parîsê dewleta tirk heye û gotin: “Sakîne Cansiz dixwest di nava jinan de hişyariyê ava bike, em jî li ser rêya wan dimeşin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Dewleta Tirk di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li paytexta Fransa ya Parîsê qetil kirin. Li ser qetilkirina her sê jinên şoreşger re 11 sal derbas bû.

Rojnamevan Shay Aram diyarkir ku têkoşîna Sakîne Cansiz bandor li ser rojnamevanên azad kiriye û got: “Sakîne Cansiz hewl dida di nava jinan de hişyariyê bide avakirin, em jî li ser rêya wê dimeşin. Hevala Sakîne Cansiz ew 10 salên ku di girtîgehê de mabû hertim hêvî dida jinên dora xwe. Divê em jî bi heman awayî hêviyê bidin jinên civakê.”

‘Dengê jinên azad tu caran nayê tepesandin’

Shay Aram da zanîn ku Sakîne Cansiz li gel dû havalên xwe li welatê Firansa ku xwe weke welatek demokratîk bi nav dike hatin qetilkirin û got: “Li beramberî jinên pêşeng hertim suikast hatin kirin û berdewam dike. Lê belê dengê jina azad tu caran wê neyê tepesandin. Dewleta Tirk hertim jinên Kurd ên ku azadiyê dixwazin dike hedef. Suikasta dewleta Tirk a li beramberî havala Sara nîşan dide ku çiqas ji têkoşîna jinên Kurd ditirse. Hevala Sara û havalên xwe hertim ji bo jin û gelê Kurd xebat dan meşandin. Divê jin jî heman têkoşînê berdewam bikin.” 

‘Emê têkoşîna wan bidomînin’

Rojnamevan Hawar Mohammad jî derbarê Komkojiya 9'ê Çileyê de wiha got: “Dema em li jiyana Sakîne Cansiz dinêrin, ji zarokatiya xwe ve pergala baviksalar red kiriye û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ domandiye. Dewleta Tirk bi piştgiriya dewletên din Sakîne Cansiz û du hevalên wê qetilkirin. Qetilkirina Sakîne Cansiz û du hevalên wê ji bo me Kurdan windahiyeke mezin bû. Dewleta Tirk, xwest bi qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê me bitirsîne, lê jinên ku têkoşîna azadiyê didin, bi israrkirina rêya Sakîne Cansiz serkeftinan bi dest dixin. Wek rojnamevanên jin, em ê têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bidomînin.”