Rojnamevanên jin: Em her kêlî li cem koçberan in
Rojnamegerên jin ên Reqayê der barê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, her wiha li ser serpêhatiyên gelên di bin koçberiyê de axivin. Rojnamevanan diyar kirin ku ew ê bibin dengê rastiyê û banga yekîtiyê li gelê Sûriyeyê kirin.
YUSRA EL EHMED
Reqa- Rojnamevanên kantona Reqa û Tebqayê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bertekên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku ew ê bi riya pênûs û kamereyên xwe berxwedana xwe berdewam bikin. Rojnamevanan koçberiya li Kantona Şehba û Til Refatê jî anîn ser ziman û balkişandin rola ragihandinê.
‘Em hewil didin dengê koçberên Efrînê ragihînin’
Nûçegihana Jin Tv ya kantona Reqayê Leyla El Mustefa êrişa li ser bajarê Helebê û kantona Şehbayê şermezar kir û wiha got: "Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bi hezaran malbatên Şehbayê û Til Rifetê neçar man di vê sira zivistanê de koçber bibin. Em weke rojnamevan me bi hemû hêza xwe hewil da em deng û rengê rastiya ku gelê Efrînê têde jiyan kiriye derxin û ji cîhanê re ragihînin. Xelkên kantona Şehbayê û Til Rifetê berê xwe dan korîdora ewle ya Rêveberiya Xweser vekiriye. Kamereyên me jî çîrokên gelek malbatên zarokên xwe wenda kirine derxistin. Divê civaka navneteweyî li dosya koçberan binere û bi rola xwe rabe."
‘Rêveberiya Xweser di nav hewildanê de ye’
Rojnamevana kenala Ronahî Tv Hîba Fitêh got: "Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên herî bi ewle û aram yên xaka Sûriyê ne. Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel di nav hewildanê de ye. Kantona Tebqayê yekem kantonên koçber pêşwazî kirin ji ber ew xala yekê ya gihîştina wan bû. Hejmara malbatan derdora 80 hezaran e û li navendên stargehan hatine veguhestin. Pêwîstiyên sereke ji wan re hatin pêşkêşkirin. Niha ew li ser derdora 240 dibistanan demkî hatine belavkirin heta navendên stargehan ji wan re werin avakirin."
‘Civaka navneteweyî li dijî kiryarên çeteyan bêdeng e’
Hîba Fitêh wiha domand: "Em weke rojnamevan ji dema koçber gihîştine û heta vê kêliyê karê xwe berdewam dikin. Em 24 saetan di nav kar û xebatan de bûn. Gelek zarokan di rê de jiyana xwe ji dest dan ji ber serma gelekî zêde bû. Rewşa welatiyan gelekî xirab bû ji ber dîmenên komkujiyan û şewitandina termên welatiyan her wiha revandin girtin û gelek binpêkirinan li ber çavên wan rû dan. Gelo rêxistinên mafên mirovan ji van binpêkirinan li ku derê ne? Kanî zagonên parastina mafên zarok û jinan? Piştî 13 sal derbas bûn hîna jî civaka navneteweyî derbarê kiryarên çeteyan de bêdeng e. Em weke rojnamevan erk li ser milê me ye em azarên koçberan ragihînin. Divê hemû xelkên Sûriyêbidin destê hev ku aştî li Sûriyê pêk were û nakokî bidawî bibin."