Rojnamevanên jin: Em ê bibin dengê berxwedanê û YPJ’ê

Rojnamevanên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên ku li ser Şehba, Til Rifet, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam dikin, bertek nîşan dan û gotin: "Em ê bibin dengê berxwedana Yekîniyên Parastina Jin û rastiyê.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Rojnamevanên Jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên komên çeteyên dewleta Tirk li ser Kantona Şehba û Efrînê nerazîbûna xwe anîn ziman. Rojnamevana Rojava Tv’yê Bêrîvan Qasim da zanîn ku ewê wek rojnamevan hertim li pey şopa rastiyê bin û bibin dengê berxwedana Yekîniyên Parastina Jin (YPJ). Di heman demê de rojnamevan û Endama Desteya Rêveber ya Yekîtiya Ragihandina Jinê û ya Azad Evîn Îbrahîm li dijî êrişên ser kantona Şehba û Efrînê û dîlgirtina şervanên jin helwesta xwe anî ziman. 

‘Çeteyên dewleta Tirk êrişî welatiyan dikin û dixwazin koçber bibin’

Bêrîvan Qasim bi bîr xist ku ev çend rojin êrişên çeteyên dewleta Tirk li ser Şehba, Til Rifet, Şêx Meqsûd berdewam e û wiha got: “Her wiha çete bi awayekî hovane êrişî welatiyan dikin û dixwazin ku koçber bibin. Heta niha jî gelek jin û zarok hatin qetilkirin, bi hezaran malbat koçber bûn û hin ji wan hatine windakirin, hin ji wan jî ji ber dorpêça çeteyên dewleta Tirk li wan deran mane."

Bêrîvan Qasim bal kişand ser êrişên deweleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê û bi taybetî jî kantona Şêhba û Efrînê û wiha berdewam kir: “Wek tê zanîn, êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e û bi taybetî jî li ser Kantona Şehba û Efrînê. Lê heta niha QSD’ê û Hêzên parastina Jin YPJ bi hêzeke pir xurt li dijî van êrişan disekinin û şer dikin. Di van rojên dawiyê de jinên ku şervanên Hêzên Parastina Jin YPJ ne, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin dîlgirtin. Dema ku wan şervanan dixwestin li hember wan şer bikin û rastiya wan a qirêj derxin holê, herdu şervan hatin dîlgirtin. Dewleta Tirk a dagirker jî weke PDK’ê ye, dixwaze her dem rastiya wan a qirêj were veşartin. Naxwazin ku rastiya wan a ku hertim li dijî miletê Kurd şer dikin û li hember wan komkujiyan dikin derkeve holê. Bi taybetî ev şerê ku li kantona Şehbayê daye destpêkirin, ev komkujiyek li hember hemû Kurdan e. Ji xwe li wir ne tenê miletê Kurd, hemû pêkhate hene, wek Ereb, Sûryanî, Kurd û Êzîdî jî hene. Dixwazin ku em van rastiyan veşêrin. Çeteyên dewleta Tirk ji jinê ditirse  û dibêje ku jin nikare şer bike. Lê jin bi hêza xwe li dijî van terorîstan şer bikin. Heta li ser gelek ragihandinan hatibû belavkirin ku ev herdu jinên YPJ’ê hatine dîlgirtin. Lê em dixwazin ji wan kesên lawaz re bêjin ku bi hezaran jinên YPJ’ê hene wê tola wan herdu jinan rakin û bi çi awayî mabe wê ji destên wan çeteyan werin rizgarkirin."

‘Em ê bibin dengê rastî û berxwedana YPJ’  

Bêrîvan Qasim anî ziman ku ew wek rojnamevan wê dengê rastiyê û berxwedana YPJ bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek Rojnamevanên Jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me dixwest ku em xwe bighînin cihên wan û rastiya wan çeteyên qirêj derxin holê. Lê ew çeteyên dagirker ku rê li pêşiya me girtine, nahêlin ku kes derbasî wan aliyan be. Lê bi çi rengî be jî em ê rastiya wan derxin holê û ji tevahiya dinyayê re rastiya wan a qirêj nîşan bidin. Cardin em wek rojnamevan, soza xwe nû dikin ku em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin û bibin dengê rastî û berxwedana jinên Yekîtiya Parastina Jinê." 

‘Nav cûda be jî heman çete ne’

Rojnamevan Evîn Îbrahîm destnîşan kir ku ji 27’ê Mjidarê ve êrişên pir dijwar ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, li  ser gelek deverên Sûriyeyê jî  tê meşandin û got: “Planên pir qirêj li ser welatiyên vê deverê tên meşandin, gelek dewletên desthilatdar jî cihê xwe di nav van planan de digirin. Bi serkêşiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku di bingeha xwe de fikrê wana yê tundrew li hember jinê hertim li pêş e, bi taybetî jinan dikin armanc. Me dît jî, Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên ku xwe di bin vî navî de bi rêxistin dikin û belkî di bin navên din de jî xwe birêxistin dikin û di bingeha xwe de çeteyên El Kaide û Daiş’ê ne. Bê guman ev her bi berdewamî qirkirinên ku li hember jinê kirine, li pêşiya çavê hemû cîhanê ye. Berya niha çi li Şingalê û piştî wê li gelek deverên din rojane kiryarên dermirovî  li hember jinan û pê ve girêdayî armancgirtina civakê her bi berdewame, li pêşiya cîhanê ye."

‘Berxwedaniya ku îro tê meşandin di asta herî jor de ye’

Evîn Ibrahîm bal kişand ser armancgirtin û dîlgirtina jinan û wiha berdewam kir: "Di nava vî şerî de heman senaryo hatin dûbarekirin, bê guman ev tiştekî pir biêş e. Ne tiştekî durî van çeteyan e ku jinan dîlbigre yan jî em bêjin serê wan jêbike, bi taybetî di vê rewşa heyî de. Ji ber vê yekê di nav hemû şert û mercên heyî de şer, êriş û planên ku li ser herêmê pêk tînin, ya herî zêde ku di nav wê de jin dibe qurbanî. Gerek bi taybetî saziyên çapemeniyê bi vî awayî hestên mirovan bi van dîmenên qurbaniyan neleyzin. Gelê me yê ku niha ji Şehba û Til Rifet hatine berê xwe dane nav herêmên Rêveberiya Xweser. Yên ku herî zêde wan hembêz dikin yên ku her bi berdewamî ji bo çareserkirina wê rewşê û di nava kar û xebat de ne û li kêleka şervanên YPG û YPJ’ê di nav sengerên şer de jin in. Berxwedaniya ku îro tê meşandin di asta herî jor de ye, ji xwe armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ku vê berxwedaniyê têk bibin. Lê bê guman heta roja îro ev berxwedanî her bi berdewam e. Ev dîmenên qurbaniyan û şervanên YPJ’ê ji aliyê PDK’ê ve tên belavkirin dixwazin ku bi hestên mirovan bileyizin û ev yek jî çarçoveya şerê taybet e."

‘Em dîmenên şervanên YPJ’ê ku ragihandina PDK’ê ve belav kir, şermezar dikin’

Evîn Ibrahîm diyar kir ku duh di daxuyaniya Yekîtiya Ragihandina Jin û Azad de, belavkirina dîmenên dîlgirtina Şervanên YPJ ku bi hestên mirovan dileyizin, şermezar kirin û wiha bi dawî kir: "Me duh di daxuyaniya Yekîtiya Ragihandina Jin û Azad de ew dîmenên şervanên YPJ’ê  ku ji aliyê Ragihandina PDK’ê ve hatibû belavkirin şermezar kir û gerek em wek Ragihandin roleke sereke bileyizin li kêleka gelê xwe û berxwedaniya ku li vê herêmê tê meşandin. Em jî heta çi astê karin bibin dengê vî gelî, em wan hişyar bikin û em karibin vî gelî ber bi çareseriyê ve bibin."