Rojnamevanên herêma Germiyanê hatin xelatkirin
Rêxistina Hevkariya Elmanya bi boneya roja rojnamegeriya Kurdî rojnamevanên herêma Germiyan kar dikin xelat kirin.
Silêmanî – Şaxa Rêxistina Hevkariya Elmanya ya Germiyanê bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî rojnamegherên herêma Germiyanê xelat kir. Ji ber vîrosa koronayê û qedexeya kombûnê merasîma xelat dayînê mehekê dereng xistine. Di merasîma li Cafeya Milet ya bajarokê Kelarê hat li darxistin de 6 jê rojnamevanên jin bi giştî 27 rojnamegerên hêjayî xelatê hatine dîtin xelat girtin. Nûçegihana ajansa me ya NUJINHA Nigar Reşîd jî hat xelat kirin.
Navê nûçegihanên jin ên hêjayî xelatê hatîn ditin wan wihane: Nîgar Raşîd Nuçegihana ajansa NUJINHA, Leyla Ehmed nuçegihana malpera Kerkuk, Awat Ehmed ji radyoya Kazîwe, Nîgar Emer ji poletek pirsî, Rênas Salih ji malpera Newjîn û Şermîn Elî ji radyoya Goran.