Rojnamevanên Başûr: Em dest ji riya heqîqetê bernedin

Rojamevanên Başûrê Kurdistanê helwestên xwe yê li dijî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn Nazim Daştan anîn ziman û gotin: “Em dest ji riya heqîqetê bernedin.”

HÊLÎN EHMED/DÎDAR ŞEHLA

Silêmanî – Di 19’ê Kanûnê de rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA ya dewleta Tirk de li ser riya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de hatin qetilkirin. Bertek û helwestên li dijî qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve, her diçin zêde dibin. Rojnamevanên Başûrê Kurdistan helwesta xwe ya li dijî hedefgirtina rojnamevanan nîşan dan.

‘Dewleta Tirk sûcên şer dike’

Rojnamevan Bêgerd Azad der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojvayê Kurdistanê de û wiha got: “Armanca êrişên dewleta Tirk, tunekirina Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk her dem û bi eşkere dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan nîşan dide. Êrişî her çar aliyên Kurdistanê dike. Lê belê niha di rewşa nû ya Sûriyeyê de bi navên cuda êrişên li dijî Rojavayê Kurdistan dijwartir kiriye. Di van êrişan de dewleta Tirk sûcên şer dike. Em dibînin ku gelê Kurd çawa berxwedana xwe didomîne û parastina xaka xwe dike.”

‘Dewleta Tirk rojnamevanan dike hedef’

Bêgerd Azad da zanîn ku di rewşa şer de û di her guherîna civakê de medya rol û erka sereke digre û wiha domand: “Medyaya Rojavayê Kurdistan dikaribûye heta asteke gelek baş û rasteqîn şopandina şeran bike. Ji ber vê jî dewleta dagirker a Tirk rojnamevanan dike hedef. Dewleta Tirk du rojnamevanan dema ku erka xwe pêk dianîn bi balafirên bê mirov kir hedef. Her wiha li Bakûrê Kurdistanê rojnamevanên ragihandna azad tên girtin, rastî metirsî û tundiyê tên. Li Başûr di mehên bûrî de dû rojnamevan Gulistan Tara û Hêrû Behadîn jî di dema bicihanîna erkê xwe yê rojnamegeriyê de ji aliyê dewleta Tirk ve bûn hedef.”

‘Em ê bi pênûs û kameraya xwe li ser riya heqîqetê bin’

Bêgerd Azad da zanîn ku di navbera ragihandina azad û ragihandinên din ên Başûrê Kurdistanê de de fikrê aliyan serdest e, ji ber wê nikarin weke pêwîst xwedî helwest bin û got: “Divê li bîra me be di dema hedefgirtina Gulsitan Tara û Hêro Behadîn de li Başûr, çapemenî ne xwedî helwestek wisa bû ku êdî dewleta Tirk nikaribe careke din sûcên bi vî awayî dubare bike. Li Rojavayê Kurdistanê di 19’ê vê mehê de herdu rojnamevanên ragihandina azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk ve ji ber rastiya ku heye bi dinyayê re parev dikirin û li ser riya heqîqetê bûn hatin qetilkirin. Ji ber wê êdî dema wê ye her rojnamevanek pirs ji xwe bike ku çima di dema li ser erk de dibin hedef û helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nebin. Divê rojnamevan li ser riya heqîqeta rojnamevanên azad bin û ji bo em tola şehîdan li erdê nehêlin divê em bi pênûs û kamereya xwe li ser riya heqîqetê bin.”

‘Li Rojavayê Kurdistanê jin xaka xwe bernadin’

Rojnamevan Koçer Hemze diyar kir ku di rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê de pêwîstî bi piştevaniya mirovî û madî heye û wiha got: “Ev çend sal in her dem êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Hemwelatî bi taybetî jî jin her dem dibin hedefên şer. Niha sîstema Rêveberiya Xweser li herêmê erk dike, di nav de jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevî wê jin û dayikên li wê derê xwedî çend berpirsyarî ne, xak û welatê xwe diparêzin. Hebûna vê rêveberiyê û parastina hêza jinan li Rojava bûye sedema tirsa dijmin û berdewam êriş dibe ser herêmên Kurdistanê.

‘Divê hemû kes piştgiriya Rojava bikin’

Koçer Hemze di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beşek ji dezgehên medyaya Başûrê Kurdistanê, li gorî dijmin tevdigerin û bi qasî ku pêwîst e rewşa Rojavayê Kurdistanê neşopandin. Her wiha têkildarî hatina dijmin li ser xaka Başûrê Kurdistanê bêdengî hilbijartine. Rojava pirsek Kurdewarî û neteweyî ye. Em rojnamevan û her kesê li tevahî cîhanê divê weke erkeke mirovî û kurdewarî hewl bidin ji bo piştevanî û şopandina rewşê da ku tevahî dinya bizanibe li Rojava çi diqewime. Dijmin çawa êrişî Kurdan dike. Divê ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ piştgiriya jinan li Rojava bikin.”