Rojnamevanê Iranî, ji ber qetilkirinên jinan kir nûçe 11 rojan hat binçavkirin

Li Iranê ne tenê jin tên qetilkirin, rojnamegerên ku dixwazin balê bikşînin ser kuştina jinan jî dibin hedef. Rojnamevanê Iranî Sîna Qelendarî ji ber ku nûçeya Mobîna Sûrî ya 14 salî ku di bin navê "kuştina dibin navê namûsê de" de ji aliyê meleyekî ve hatibû qetilkirin çêkir, 11 rojan hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Iran yek ji wan welatan e dema mijar kuştinên bi navê “namûsê” be divê neyê lêpirsîn ku ji aliyê kê, kengê û çawa hatiye kuştin û ji vê re jî tê gotin "kuştina di bin navê namûsê de" ney lêpirsin kirin. Digel ku mijar di heman demê de bûye mijara fîliman jî, doza ku dişibe senaryoyek fîlimê, bêtehamuliya xwe ya li dijî nûçeyên ku ji bo qetilkirina jinan hişyarkirina raya giştî hatine çêkirin daniye rastê. 
Rojnamevan Sîna Qelendarî, ku nûçeya Mobîna Sûrî ya ku di 14 saliya xwe de li Iranranê hate qetilkirin, di rojnameya Hemdêlî de weşand, 11 rojan hat binçavkirin. Rojnamevanê ku li bajarê Kuhdeştê yê Iranê dijî, diyar dike ku pêvajoya girtinê tesaduf bû. Rojnamevan nivîsand dema ku ew ji bo kaxezê diçû saziyên fermî ku nûçe çekiriye jê hatiye dipirsin û jê re gotine, "Ma tuyê yê nûçe çêkirî, demekê girtî bimine bila aqlê te were serê te” û bêyî lêpirsîn û lihevkirinê avêtine girtîgehê.
“Ji bo nûçeyên wiha neragihinim hatim ceza kirin”
Rojnamevan diyar dike ku ji ber stresa di dema binçavkirinê de jiyan kiriye xwînbûna mîdê derbas kiriye û ew êdî wisa difikire ji ber ku kiryar mele yani kesekî dîndarê nûçeya rehetsizî dide avakirin. 
Rojnameger diyar kir ku dema ku hatiye girtin hemû eşyayên wî yên kesanî jî hatine desteserkirin û wiha got: “Di encama tesadufê de ji aliyê dozger ve biryara girtina min hat dayîn. Wî ji min re got weşandina nûçeyê xelet e û ji dozgerek dozê yê din re got ji ber ku ez nûçeyên wiha neragihinm dixwaze min ceza bike”.