Rojnamevana Sudanî xelata “Knight” wergirt

Rojnamevana Sudanî Zeyneb Mihemed Salih ji ber wêrektî, berpirsîyartiya wê û bi tevgerandina wê ya bi pîvanê rojnamevantiyê layîqê xelata “Knigh” hatiye dîtin.

Navenda Nûçeyan – Juriya Xelata Navneteweyî ya Knight a Rojnamevaniyê ya sala 2026’an, ragihand ku, rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih ku di nava krîz, şer, geşedan û rûdanan de ragihandina wê ya rastiyan layîqê xelatê hatiye dîtin.

Navenda Navneteweyî ya Rojnamevanan (ICFJ) serkeftina rojnamevana Sûdanî Zeyneb Mihemed Salih bi Xelata Navneteweyî ya Knight a Rojnamevaniyê ya sala 2026’an ragihand. Ev xelat yek ji berbiçavtirîn xelatên cîhanî ye ku pêşkêşî wan rojnamevanan tê kirin yên ku karên awarte di xizmeta rastiyê û parastina azadiya rojnamevaniyê de pêşkêş dikin.

Berpirsiyartî û wêrektiya wê di qada şer de

Ji bo wêrekiya pîşeyî ya Zeyneb Mihemed Salih û şiyana wê ya bi awayekê wêrek û berpirsiyar xwe gihandina bûyerên şerê li Sûdanê tê meşandin ruxmê tevî metirsiyên ewlehiyê yên ku her ku diçe zêde dibin hatiye dayîn.

Juriyê eşkere dike ku ji ber Zeyneb Salih di pişeyê xwe de biryardariyek mezin û nerm nêzîkatî raber dike û her wiha di nava alozî, şer û geşedanê de nûçeyan di cihê xwe de di şopîne lewra layîqê vê yekê hatiye dîtin. Ji ber wê karê xwe yê rojnamevaniyê tevî wan gef û binpêkirinên ku di dema şerê Sûdanê de gihîştibûn xebatkarên qada ragihandinê berdewam kir.

Her wiha  karîbû bigihîje deverên pevçûnê û eniyên şer û çîrokên mirovî û binpêkirinên berfireh ên li dijî sivîlan tomar bike. Her wiha rapor ji bo çend saziyên ragihandinê yên navneteweyî amade kirin, ku di nav wan de Saziya Belavkirina Brîtanî (BBC) û Financial Times hene û bi vî rengî ronahî xist ser êş û azarên gelê Sûdanê di bin siya şer de.

Rastî bixwe di bin gefê de ye

Komîteya xelatê diyar kir ku karên Zeyneb Mihemed Salih modelekî bilind ê rojnamevaniya exlaqî nîşan dide û pabendbûna bi gihandina dengê kesên ku ji şer zirar dîtine ji bo civaka navneteweyî. Her wiha tekez kir ku tiştên wê pêşkêş kirine rola girîng a rojnamevanan di jîngehên aloz û metirsîdar de nîşan dide, ku li wir rastî bixwe dikeve bin gefê.

Ev xelatkirin wekî naskirineke cîhanî ye ji bo wê rola ku rojnamevan di deverên şer de dileyîzin. Ji bo giringiya parastina rojnamevanên ku di şert û mercên metirsîdar ên li ser jiyana wan de dixebitin. Her wiha ev yek nîşaneya berfirehbûna baldariya navneteweyî ye ji bo şopandina tiştên ku li Sûdanê diqewimin bi rêya xebattên profesyonel û serbixwe.