Rojnamevana girtî piştî encam girt dawî li greva xwe anî

Rojnamevan Serunaz Ehmed ku di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nedihat dayîn dest bi grevê kiribû û bi çalakiya xwe gav bi rayedaran paş de da avêtin û dawî li greva xwe anî.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya nexweş rojnamevan û çalakvana mafê zarokan Serunaz Ehmed ya li Girtîgeha Evîn a li Tehran ya Îranê tê girtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nedihat dayîn û 34 roj bûn di grevê de bû, piştî ku çalakiya wê encam da dawî li çalakiya xwe anî.

Dayika Serunaz Sudabe Bîlalî derbarê rewşa keça xwe de agahî parvekir. Li gorî Sudabe Bîlalî keça wê Serunaz Ehmed dawî li çalakiya xwe grevê aniye û ji aliyê rayedarên girtîgehê ve destûra dermankirinê hatiye dayîn. Hate gotin ku Serunaz Ehmed dest bi xwarina dermanên xwe kiriye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku wergervan, çalakvana mafê zarokan û rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevjînê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin. Berê de jî bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî’ ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.