Rojnamevana dilwêrek, Nujiyan Erhan
Di salvegera 9’emîn a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan de rêhevalên wê bahsa xebat û têkoşîna wê ya Şengalê kirin û gotin: “Em ê şopdarê xeta Nûjiyanan bin û nehêlin dengê rastiyê were bêdeng kirin.”
Şengal – Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin rojnamevan Nûjiyan Erhan ji bo rastiyên Şengal û civaka Êzidî ragihîne hate qada berxwedanê Şengalê. Di 3’ê Adara 2017’an de dema ku Nûjiyan Erhan li ser erka xwe bû û rastiya civaka xwe ra dighand raya giştî ji aliyê peşmergeyên Roj ku girêdayî PDK’ê ne li ser bajarokê Xansorê hate birîndar kirin. Nûjiyan Erhan di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da.
Di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de Nûjiyan Erhan li cihê hate hedef girtin de ji aliyê heval û rojnamevanên jinên Êzidî ve hate bîranîn û ji bo bîranîna wê dar hatin çandin.
Endama Ragihandina Jinên Êzidî Hêvîdar Ezda û berdevka Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî li ser kesayet û xebatên Nûjiyan Erhan ji ajansa me re axivîn.
‘Em jî weke jinên Êzidî li ser xeta Nûjiyan xwe perwerde dikin’
Endama Ragihandina Jinên Êzidî Hêvîdar Ezda di serî de di şexsê Nûjiyan Erhan de hemû şehîdên xeta azadiyê û 74 fermanan bi bîr anî û wiha got: “Ji bo bîranîna hevrêya xwe Nujiyan Erhan li cihê ku lê berxwedanî kiriye û heta kêliya dawiyê têkoşiyaye û gihaye asta şehadetê dar çandin. Di şerê navbera Xanesor û Sinûnê de ku di sala 2017’an de ji aliyê Pêşmergeyên Roj yên ser bi PDK’ê ve bi mixabinî hat hedefgirtin. Em ê vê xiyanetê tu carî ji bîrnekin û em ê tola wê hilînin. Em jî weke jinên Êzidî li ser xeta Şehîd Nujiyan xwe perwerde dikin û di Ragihandina Azad a jinên Êzidî de ku Şehîd Nujiyan avakiriye de cih digrin. Hevrêya me Nujiyan di dilê civaka Êzidî de û di dilê her dayikekê de cihek xwe yê taybet heye."
‘Me pênûs û kamereya Nûjiyan Erhan girtiye dest xwe’

Hêvîdar Ezda da diyarkirin ku ew ê her dem li ser xeta şehîdên xwe bin û got: ” Di vê rojê de dema em hatin ji bo bîranîna Şehîd Nûjiyan daran biçînin artêşa Iraqê xwest tevlîheviyan derxîne, lê me nehişt tevlîhevî derkevin û me darên xwe jî çandin. Beriya 9 salan ew tirsa ku ragihandina azad xistibû dilê dijminê heqîqetê heyanî niha berdewam dike. Ji bo riya heqîqetê me bedelên pir giranbiha dane, lê em dibêjin bedel çibe bila bibe em ê li ser riya rastî û heqîqetê bin. Ew riya ku şehîd Nujiyan tê re meşiyaye û ronî kiriye. Ya ku rastiya fermana 2014’an da xuyakirin şehîd Nûjiyan bû. Bi kedeke pir mezin ragihandina azad li Şengalê da avakirin. Em ê xwedî li keda wê derbikevin. Me pênûs û kamereya wê girtiye dest xwe. Em soz ji hevrêya xwe û hemu şehîdan re didin em ê xwedî li mîrateya wan derbikevin. Peyama me ji bo dijminên riya heqîqetê re ew e ku em hemû bûne Nûjiyan û em ê her li ser piyan bimînin û rastiyê bidin xuya kirin.”
Dar li cihê bûyerê hatin çandin
Berdevka Diplomasiya Tevgera Jinên Êzidî(TAJÊ) Suham Şengalî got ku hedefgirtina rojnemevan Nûjiyan Erhan beşek bû ji xiyaneta fermana 2014’an û got: “Salvegera şehadeta rojnemevan Nujiyan Erhan 9 salên xwe temam dike. Di şexsê şehîd Nujiyan Erhan de em hemû şehîdên çapemeniya azad yên ku di vê riyê de canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Ji bo me ev roj gelek bi êş bû. Ev cihê ku em niha lê amade bûne 9 sal beriya niha pêşmergeyên Roj ku ser bi PDK’ê ve Nûjiyan li vê derê hedef girtin. Me jî ji bo bîranîna wê û hemû şehîdên ku di vê rojê de şehîd ketin dar çandin.”
‘Wê nikaribin dengê rastiyê daxin û di tarîtiyê de bihêlin’

Suham Şengalî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em soza xwe nû dikin ku em ê xwedî li nirxên şehîdan derkevin. Em ê li ser şopa wan bimeşin. Em hemû şopdarên riya şehîdên xwe ne. Şagirtên şehîd Nûjiyan wê xwedî li pênûs û kamereya ku ji bo ragihandina azad hiştiye derbikevin û her dem li gihandina heqîqetê de bi israr bin. Her wiha weke civaka Êzidî em ê keda şehîdên xwe jibîr nekin, wê nikaribin dengê rastiyê bêdeng bikin û di tarîtiyê de bihêlin. Hedefgirtina şehîd Nûjiyan ew bû ku ruyê xwe yê qirêj veşêrin, lê heval Nûjiyan heta kêliya dawiyê liber xwe da û ji bo derxistina rastiyê canê xwe da. Em ê jî weke hevrêya xwe Nûjiyan bin û em ê liser xeta wê bimeşin.”