Rojnamevana Îranî sewqî navenda binçavkirinê ya Îstîxbaratê hat kirin
Rojnamevan Mehrnoosh Zareî Hanzakî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, sewqî Navenda Binçavkirinê ya Îstîxbaratê ya Muhafizên Şoreşê hat kirin.
Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku Rojnameger Mehrnoosh Zareî Hanzakî ku li bajarê Behmanê ya Îranê hat girtîn, sewqî Navenda Binçavkirinê ya Îstîxbaratê ya Muhafizên Şoreşê ya wek qawîşa 2A ya Girtîgeha Êvînê tê zanîn, hat kirin.
Hat ragihandin ku Mehrnoosh Zareî Hanzakî ku di vê pêvajoyê de tenê carekê û demeke kin karîbû bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne, di heman demê de nexweşa mîgrenê ye û rayedarên girtîgehê destûr nadin ku bigihêje dermanên xwe.
Mehrnoosh Zareî Hanzakî navekî ku di ajansa nûçeyan ya navneteweyî de xebitiyê û di medyaya dijîtal de pir navarok parve dikir bû.